Sûka gelêrî bûye çavkaniya debarê ya şêniyên Mergedayê

Sûka gelerî ya bajarokê Mergeda ya girêdayê kantona Hesekê jêdera debara şêniyên bajarok e. Di sûkê de cudahiya çînên xîzan û dewlemend nayê dîtin.

Sûka gelêrî bûye çavkaniya debarê ya şêniyên Mergedayê
Sûka gelêrî bûye çavkaniya debarê ya şêniyên Mergedayê
Sûka gelêrî bûye çavkaniya debarê ya şêniyên Mergedayê
Sûka gelêrî bûye çavkaniya debarê ya şêniyên Mergedayê
14 ÇILE, 2019   10:25

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Bajarokê Mergeda di 5`ê Mijdara 2017`an ji aliyê QSD`ê ve hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di hemû aliyan de xizmeta bajarok kir. Li bajarok dibistan, navendên tenduristiyê, Şaredariya Gel û hin saziyên sivîl hatin vekirin.

Piştî paqijkirina bajarok ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê û rûniştina ewlehî û îstîqrarê, bi hezaran şêniyên bajarok vegeriyan malên xwe û ji nû ve dest bi avakirina jiyanê kir.

Di bajarok de sûkeke gelêrî heye, ev cihê sereke yê şêniyên bajarok e ku pêdiviyên xwe yên rojane lê peyda dikin. Di sûkê de hemû pêdiviyên şêniyan ji amûrên malê û hemû cureyên sebze û fêkiyan hene, her wiha sûka kirîn û firotina pez û cilan e.

Şêniyê bi navê Ehmed El-Xidir ji bajarokê Mergeda destnîşan kir ku di sûkê de hemû pêdiviyên wan peyda dibin û çavkaniya sereke ya jiyana wan e û wiha got: "Di sûkê de cudahiya xizan û dewlemendan nayê dîtin, di sûkê de her tişt heye û xwediyên wê ji gundên derdora bajarokê Mergeda ne."

Şêniyê bi navê Hisên El-Ehmed ji gundê El-Deşîşe yê bajarokê Mergeda da zanîn ku sûk bûye jêdera qûta şêniyên bajarok.

El-Ehmed da xuyakirin ku nirxê pêdiviyan ji hev cuda ne û Komîteya Zimhêrê ji Şaredariya Gel xwest çavdêriya buhayan li sûkê bikin.

ANHA