Qeter: Tu egerên vegera Sûriyê nava Yekitiya Ereban tune ne

Wezîrê karên derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdilrehman Al Sanî diyar ku tu egerên vegera Sûriyê di nava Yekitiya Ereban de tune ne û got rejîma Sûriyê “sûcên şer kirine.”

Qeter: Tu egerên vegera Sûriyê nava Yekitiya Ereban tune ne
14 ÇILE, 2019   10:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Qeterê Mihemed bîn Ebdilrehman Al sanî got sedemên derxistina Sûriyê ji nava Yekitiya Ereban hîna dewam dikin û diyar kir ku welatê wî piştgiriya çareseriya ku gelê Sûriyê bipejirîne, dike.

Li gorî ajansa Reutersê Mihemed bîn Ebdilrehman di civîneke çapemeniyê ya li gel serokê Komîseriya Yekitiya Afrîkayê Mûsa Fekî Mihemed re li paytext Dewhayê wiha got: “Sedemên derxistina Sûriyê ji nava Yekitiya Ereban hîna dewam dikin. Em egerên vegera Sûriyê nabînin, heta niha tu çareseriyên siyasî tune ne.”

Wezîrê Qeterê her wiha got: “Gelê Sûriyê ji hêla rejîma Sûriyê ve hîna di bin bombebaranê û koçberiyê de ye. Lihevhatina bi rejîmê re di vê demê de lihevhatina bi kesekî ku sûcên şer kirine re ye.”

Piştî aloziya Sûriyê gelek welatên Ereban balyozxneyên xwe li Sûriyê girtin. Meha derbasbûyî Îmarata Erebî balyozxaneya xwe li Şamê vekir, Behrên jî ragihand ku xebatên balyozxaneya wan li Sûriyê dewam dikin.

(k)