Jinên Şêxmeqsûdê li dijî pişaftinê çanda xwe diparêzin

Gelek jinên li taxa Şêxmeqsûd dijîn, bandora çanda populer lê nebûye û li hember hewldanên qirkirin, pişaftina çand û nasnameya Kurd li ber xwe dane û cil û bergên ku ji pêşiyên xwe wergirtine, diparêzin.

Jinên Şêxmeqsûdê li dijî pişaftinê çanda xwe diparêzin
Jinên Şêxmeqsûdê li dijî pişaftinê çanda xwe diparêzin
Jinên Şêxmeqsûdê li dijî pişaftinê çanda xwe diparêzin
Jinên Şêxmeqsûdê li dijî pişaftinê çanda xwe diparêzin
Jinên Şêxmeqsûdê li dijî pişaftinê çanda xwe diparêzin
Jinên Şêxmeqsûdê li dijî pişaftinê çanda xwe diparêzin
14 ÇILE, 2019   10:35

ROZANA DADO / HELEB

Cil û bergên kurdî yên gelêrî li her herêmekê ji ya din cudatir in. Li hin herêman ji 3 yan jî zêdetir parçeyan pêk tên. Piraniya caran şênî li gorî cilên xwe têne naskirin.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ruxmî pêşketina warê cilan, lê piraniya jinan bi taybet ên temenmezin cilên kurdî yên gelêrî li xwe dikin.

Piraniya malbatên bajarê Kobanê yê herêma Firatê ji gelek salan ve ji ber peydabûna derfetên kar li Helebê bi cih bûne. Ew malbat hîna jî çanda xwe bêyî ku bi derdora xwe bi bandor bibin, parastine.

Cilên nûjen red dike û cilên xwe yên gelêrî li xwe dike

Şêniya temenmezin bi navê Hedla Mişo Cuma 77 salî ye û ji bajarê Kobanê ye. Dayika 8 zarokan e û her wiha dayika şehîdekî ye. Piştî zewacê bi gelek salan tevî malbata xwe berê xwe dide Helebê û ji ber peydabûna derfeta kar li taxa Şêxmeqsûdê bi cih dibe.

Dayika Hedla ji 44 salan ve li taxa Şêxmeqsûd dijî. Di dirêjahiya van salan de dayika Hedla ji derdora xwe bi bandor nabe û li gorî çand û adetên ku li Kobanê li ser mezin bûye, tev digere. Dayika Hedla cilên xwe yên gelêrî parastin û hîna jî li xwe dike.

Hedla wiha dibêje: "Min keçên xwe li ser girêdan û parastina cilên gelêrî mezin kirin."

‘Ez ê cilên xwe yên gelêrî derbasî nifşên nû bikim’

Şêniya bi navê Emîne Hebeş (65) ku dayika 12 zarokan e. Dayika Emîne nêzî 46 sal e li bajarê Helebê dijî. Piştî zewacê dûrî gund û herêma xwe li bajêr jiyana xwe domand lê dîsa jî dest ji çanda xwe berneda. Dayika Emîne bi baweriya pîroziya cilên gelêrî ew parastin da ku derbasî keçên xwe bike.

Dayika Emîne beriya ku bibe 20 salî, xwe fêrî dirûnê dike. Bi vê yekê di dirûtina cilên gelêrî de dibe pispor û wek alîkarî ji mirovên xwe re jî didirû.

Emîne tekez kir ku cilên gelêrî taybetmendiya her civakekê ne û çanda wê civakê vedibêjin.

Her wiha hestên welatiya bi navê Îslam Ehmed a 75 salî heman in. Îslam dayika 8 zarokan e û jê 3 keç in. Ev nêzî 35 sal e li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijî. Dayika Îslam dibêje piştî ku li Helebê bi cih bû, wê tenê rojekê jî dest ji cilên xwe yên gelêrî bernedaye.

(şx/bm)

ANHA