700 sivîl ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin

Şervanên QSD`ê bi sedan sivîl ji herêmên Hecînê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de rizgar kirin û ber bi cihên ewle ve birin.

700 sivîl ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin
4 ÇILE, 2019   08:38

DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê "Şerê Tinekirina Terorê" bi hemû hêza xwe dewam dike. Bi pêşdeçûna şervana re, cih tên rizgarkirin û bi hezaran sivîl ji zilma terora DAIŞ’ê tên xilaskirin.

Çavkaniyek leşkerî ji ajansa me re diyar kir ku hêzên QSD`ê, duh di seatên êvarê de 700 sivîl ku gelek ji wan jin û zarok in, ji herêmên di bin çeteyên DAIŞ’ê de rizgar kirin.

Çavkaniyê got şervanan hemû pêdiviyên sivîlan bicih anîne û ew birine cihên bi ewle.

(jo)

ANHA