Erdogan wê biçe Bexdadê

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyek de eşkere kir ku wê di demek nêz de Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîb Erdogan serdana Bexdadê bike.

Erdogan wê biçe Bexdadê
4 ÇILE, 2019   08:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Iraqê, şevê din di daxuyaniyek nivîskî de belav kir ku Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm û Wezîrê Derve yê Tirkiye Mewlûd Çavuşoglû hevdîtin pêk anîne. Di hevdîtina her du wezîran de çend mijar xistine rojeva xwe û li ser pirsgirêk û xûrtkirina peywendiyên herdû welatan axivîne.

Duh dibin serokatiya Serokkomarê Iraqê Berhem Salih de şandeyek a Iraqê serdana Enqereyê kir û li gel Erdogan civiyan.

Di derbarê hevdîtina Berhem Salih û Erdogan de, Wezareta Derve ya Iraqê daxûyaniyek da. Wezaretê diyar kir ku hevdîtina Salih û Erdogan ji bo baştirkirina peywendiyên Iraq û Tirkiyê ye.

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de hat gotin:“Li hevkirinek çêbûye ji bo avakirina komisyonek ji bo karên hevbeş birêve bibe. Wê ev komîsyon bi hatina Erdogan a ku wê di demekî nêzîkde  pêkwere re, bê avakirin.”