DJV`ê hişyarî da, kes neçe Tirkiyê

Weqfeya Rojnamegerên Elman (DJV) hişiyarî da ku tu kes di betlaneyên xwe de neçe Tirkiyê. Serokê weqfeyê got,"Tu kes ne mecbûre heftiyên herî xweş ji salê di zindanan de derbas bike."

DJV`ê hişyarî da, kes neçe Tirkiyê
4 ÇILE, 2019   09:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Weqfeya Rojnamegerên Elman roja Pênşemê diyar kir ku ji ber kesê bi navê Ednan S ku Elmanî ye û bi eslê xwe ji Tirkiyê ye dema ku di heftiya derbasbûyê de derbasî Tirkiyê bû, ji ber nivîsên li ser malpera wî ya kesayetî li ser toreyên tevna civakî (Facebook) belav kiriye hatiye girtin. Hikûmeta Tirkiyê ji ber nivîsên wî kesî ew girtin û îdiya dike ku ew alîkariya “terorîstan” dike. DJV’ê  hişyarî da rojnamegeran ku tu kes di betlaneyên xwe de neçe Tirkiyê.

Serokê weqfeyê Frank Oprel hişyarî da, ji beriya ku rojnameger biçin Tirkiyê, bila piştrast bin ku di raporên xwe de yan jî li ser toreyên tevna civakî tu agahî li ser pêşketinên rewşa siyasî li Tirkiyê belav kirine yan na û wiha got: "Heger tu guman hebe divê ku berê xwe bidin aliyekî din. Ji ber tu kes ne mecbûre heftiyên xwe yên herî xweş di zindan de derbas bike."

(bx)