Dayika Leyla Guven wefat kir

Cevriye Guven, dayika Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku, ji bo tecrîda li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ev 58 roj in di grêva birçîbûnê ya bêdawî de ye çû ser dilovaniya xwe.  

Dayika Leyla Guven wefat kir
4 ÇILE, 2019   08:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Cevriye Guven, dayika Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku, ji bo tecrîda li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ev 58 roj in di grêva birçîbûnê ya bêdawî de ye, vê sibehê çû ser dilovaniya xwe. Hate gotin dayika Guven a 94 salî ji ber temenê xwe tim di nav nivînan de bûye.

Hate diyarkirin,  Cevriye Guven ku li bajarê Tirkiyê Konyayê çûyî ser dilovaniya xwe wê li navçeya Cîhanbeylî a Konya yê were definkirin.

Diyar bû ku parêzerên Leyla dê di van saetan de biçin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û agahiyê bidin Leyla Guven. Heke rewşa tenduristiyê ya Guven bihêle ku derkeve, parêzer ji bo ku Leyla tevlî merasîma cenaze ya dayika xwe bibe wê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê bidin.

Hêjayî bi birxistinê ye ku dema Leyla Guven sala 2011’an di çarçoveya Doza KCK’ê de di girtîgehê de bû, bavê wê Hacî Guven jî di 15’ê Çileya  2011’an wefat kiribû.