Hewldanên Şaredariya Tebqayê ji bo besteyên sotemeniyê

Şaredariya Gel a Tebqayê hewl dide muxelefeyên besteyên firotina sotemeniyê yên bêserûber, bi rêya diyarkirina cihekî taybet ji wan re, kontrol bike û bandorên wan ên neyînî kêm bike.

Hewldanên Şaredariya Tebqayê ji bo besteyên sotemeniyê
Hewldanên Şaredariya Tebqayê ji bo besteyên sotemeniyê
Hewldanên Şaredariya Tebqayê ji bo besteyên sotemeniyê
Hewldanên Şaredariya Tebqayê ji bo besteyên sotemeniyê
4 ÇILE, 2019   07:28

TEBQA

Şêniyên bajarê Tebqayê di dema dagirkirina çeteyan de û ji ber nebûna aliyekî berpirsyar bê ser û ber besteyên firotina sotemeniyê vekirine. Heta niha û bêyî erêkirina şaredariyê şênî besteyan vedikin. Lê ji aliyê xwe ve şaredarî hewl dide cihên taybet ji bo wan besteyan diyar bike û xetereyên wê ji bajêr dûr bixe.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel ê Tebqayê Ebdulwehab Silêman ji ajansa me re axivî û behsa bandorên neyînî yên wan besteyan kir. Li gorî Silêman gelek bandorên neyînî yên van besteyan hene, jê astengkirina trafîkê, xetereya agir pêketinê ji ber ku sotemeniya ku li wan besteyan tê firotin, ne pak e û dibe sedema teqînan. Silêman tekez kir ku hejmarek kes di encama gazên bijehr de ku ji cureyên nebaş ên wan sotemeniyan derdikevin, mirine.

Silêman diyar kir ku ev sotemenî bi rêya qaçaxî bêyî erêkirina şaredariyê yan jî Komîteya Sotemeniyê ya Giştî derbasî bajêr dibe.

Li gorî ku Silêman ragihandiye di navbera stasyonên giştî û besteyan de ferqeke mezin ji hêla buhayê sotemeniyê ve heye û hin caran ew ferq digihîje rêjeya ji sedî 40.

Cihên taybet ji bo besteyan

Edulwehab Silêman tekez kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka besteyên sotemeniyê yên bêserûber, şaredariyê cihên taybet dûrî bajêr ji wan besteyan re diyar dike û wiha got: "Şaredariya Gel aTebqayê ji bo dûrxistina besteyên sotemeniyê ji rêyên giştî û avahiyan, li nêzî Çerxerêya Dawûd a ku dikeve beşa rojhilatê bajêr cihek diyar kiriye û dê xwediyên besteyên sotemeniyê bê bac besteyên xwe li wir vekin.”

Ji bo rêgirtina li ber besteyên sotemeniyê, pêşniyara zêdekirina stasyonan li Tebqayê

Di berdewama gotinên xwe de Silêman destnîşan kir ku şaredariyê li Komîteya Sotemeniyê ya Giştî ya Tebqa û Gundewarên Wê pêşniyar kiriye ku hejmara stasyonên sotemeniyê derveyî bajêr bi armanca sivikkirina barê stasyona tekane li bajêr û peydakirina pêwîstiyên welatiyan ji sotemeniyê zêde bike.

(şx)

ANHA