Turkmenên Minbicê:Em qebûl nakin ku Tirkiye bi navê me biaxive

Turkmenên Minbicê gotin ew beşek ji tevna civaka Sûriyê ne û gefên êrîşkirinên Tirkiyê li ser axa Sûriyê şermezar kirin. Her wiha teqez kirin ew qebûl nakin dewleta Tirk bi navê wan biaxive û dagirkeriya xwe rewa bike.

Turkmenên Minbicê:Em qebûl nakin ku Tirkiye bi navê me biaxive
4 ÇILE, 2019   06:51

ARÎN DENÎZ / MINBIC

Di demên dawî de asta daxuyanî û gefên Trikiyê ku wê êrîş Bakur û Rojhilatê bike zêde bûn. Dewleta Tirk bi rêya şêwazên şerê taybet û propogendeyê hewl dide bandorê li şêniyên herêmê bike û dagirkeriya xwe bi rêya belavkirina nûçeyên derew rewa bike.

Turkmenên Minbicê têkildarî îdiayên Tirkiye ku dibêje Turkmenên Minbicê destekê didin Tirkiyê û dê wan ji QSD`ê û YPG`ê rizgar bike ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew îdiayên Tirkiyê û gefên wê red kirin û gotin:"Em beşek ku nayê parçekirina ji tevna civaka Sûriyê ne."

Girêdayî mjiarê jina bi navê Kefaa Ehmed a ji pêkhateya Turkmen ji Minbicê teqez kir ku ew bi tu awayî dagirkeriyê qebûl nakin û destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê bi saya fedekariyên şehîdan di nav ewlehî û aramiyê de ne.

Kefaa Ehmed destnîşan kir ku Turkmenên herêmê gefên Tirkiyê şermezar dikin û napejirînin ku Tirkiyê bi navê wan biaxive, da ku dagirkirina herêmê rewa bike.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Umer Weys (40) got: "Em naxwazin Trikiyê welatê me dagir bike. Em jiyana bin siya çeteyan de qebûl nakin ji ber ku em rewşa şêniyên herêmên bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê dibînin."

Weys destnîşan kir ku ew bi xwe herêmên xwe bi rêve dibin û ew ne bi hewcedariya tu kesî ne were û herêmên wan birêve bibe.

(dh)

ANHA