Ji sembolên berxwedana Serêkaniyê; Têkoşer Canfeda

Çirûska Şoreşa Rojava ji bo wî mîna bicihanîna xewnek bû, li gel du birayên xwe bê dudilî di eniyên pêş ên şerê çeteyan dikir û di oxirina parastina Serêkaniyê de tev li kerwanên cangoriyên azadiyê dibe.

Ji sembolên berxwedana Serêkaniyê; Têkoşer Canfeda
Ji sembolên berxwedana Serêkaniyê; Têkoşer Canfeda
Ji sembolên berxwedana Serêkaniyê; Têkoşer Canfeda
Ji sembolên berxwedana Serêkaniyê; Têkoşer Canfeda
Ji sembolên berxwedana Serêkaniyê; Têkoşer Canfeda
Ji sembolên berxwedana Serêkaniyê; Têkoşer Canfeda
Ji sembolên berxwedana Serêkaniyê; Têkoşer Canfeda
4 ÇILE, 2019   06:10

ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Rêber Cuma ango Canfeda, yek ji sembolên berxwedanê rizgarkirina Serêkaniyê ya beriya 5 salan e.

Rêber di sala 1994'an de li taxa Cirnik a bajarê Qamişlo di nav malbatekî welatparêz de hatiye dinê. Canfeda asta seretayî li dibistanên bajarê Qamişlo diqedîne.

Rêber navê birayekî xwe ku di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû hildigire.

Malbata Cuma jî mîna gelek malbatên kurd ji ber rewşa madî ya nebaş û nepeydabûna derfetên kar li herêmên kurdan, neçar dimîne ku berê xwe bide paytexta Sûriyê Şamê. Rêber ji bo alîkariyê malbatê xwe bike piştî xwendina xwe ya seretayî bi dawî dibe di avahîsaziyan de dixebite.

Hêviyên Rêber mîna gelek ciwanên Kurd hebûn. Xwedî kesayetek hezkirî, dilovan, gelek henekçî bû û kêm bi hêrs bibû. Ji ber taybetmendiyên xwe yên baş di nav civaka derdora xwe de bi taybet ciwanên Kurd dihat hezkirin. Rêber di her boneyekê yan jî civînekê de ku Tevgera Azadiyê birêxistin dikir bi taybet rojên girêdayî gelê Kurd mîna cejna Newrozê rolek di komkirina ciwanan û malbatên Kurd de li peytexta Şamê dilîst.

Rêber beriya aloziya Sûriyê leşkeriya neçarî ya li gel rêjîma Sûriyeyê bi dawî kir, paşê dizewice û zarokekî wê çêdibe. Di wê demê de şoreşa Sûriyeyê dest pê dike.

Çirûska destpêkê ya Şoreşa Rojava ji bo Rêberê wekî xewnekê bû û bi cih hat, li ser vê yekê bi pêvajoya Şoreşa Rojava re ji Şamê vedigere warê xwe Rojava.

Di wê demê de Rojava rastî êrîşên komên çete yên Cebhet El-Nusra dihat. Li aliyekî din jî aliyên derve jî ji bo têkbirina şoreşê mudaxele dikir ciwanan teşwîqî derketina dervayî welat dikirin, gelek ciwan bi vê yekê bi bandor bûn, lê helwesta Rêber a ji vê yekê cuda bû ku li ser axa xwe bimîne.

Rêber tevî ciwanên ku li welat mane çek radike û herêmên Rojava yên ku ji rêjîma Baasê hatine rizgarkirin û taxên Qamişlo li rex bavê xwe bi şev û roj diparêze.

Komên çete yên ku dewletên derve di serî de Tirkiyê desteka wan dike, êrîşî gundên Rojava kirin. Piraniya êrîşan li Serêkaniyê bûn. Ji lewre Rêber(Canfeda) û her du birayên wî Egîd û Dilgeş cihê xwe di nava YPG‘ê de digirin û tev li şerên şikandina êrîşan dibe.

Rêber di eniyên şer de li herêmên Serêkaniyê û gundên Til Elo, Ebû Xadab, Harka, Xemer û Çil axa dibe li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra yên ku niha bi navê Desteya Tehrîr El-Şam tê naskirin cih digire.

Canfeda di her cengekê de bê teredûd di eniyên destpêkê de cih digirt û dema biryara bigirita ji wê gav paşde nediavêt her çiqas berdêl giran be.

Hevalê Canfeda Mezlûm di sala 2009'an de li peytexta Sûriyê Şamê Canfeda di nava çalakiyan de nas kir û li ser kesayeta hevalê xwe yê şehîd wiha dibêje:"Destpêka şoreşê bû min Canfeda li bajarê Qamişlo dît. Wê demê endamê Yekîniyên Xweparastinê bû. Şoreşê gelek bandor lê kiribû. Gelek coş bibû û digot 'Em ê xewna Kurdistanê pêk bînin vaye derfet hatiye pêşiya me divê em jê sûd bigirin'. "

Her sê bira Canfeda, Dilgeş û Egîd bi hev re tev li şoreşê dibin. Canfeda û Egîd hertim bi hevre tev li pêngavan dibûn di heman xendekî de şer dikirin heta ku ji bo parastina xak û rûmetê şehîd dikevin.

Beriya ku Canfeda şehîd bikeve, serdana malbatê dike mîna ku ew xatira xwe ji wan dixwaze û piştre berê xwe dide Serêkaniyê.

Bavê şehîd Canfeda, Ebas behsa axaftina dawî bi kurê xwe re dike ku bi çend saetan beriya şehîd bikeve pêk hatibû û dibêje:"Canfeda li eniyê Til Îd şer dikir, dema ez pê re axivîm ji min re ev got 'Bavo duh çeteyan bi hemû hêza xwe bi ser me de hatin lê netirse me êrîşên wan şikand û me gund ji destê wan rizgar kir'. Ev gotinên wî yên dawî bûn. "

Di 17'ê Îlona 2013'an de şer li Serêkaniyê dijwar dibe, Canfeda cihê xwe di eniyên şer de digirt. Di wê demê de şer gelek giran bû. Hevalên Canfeda nedikarîn bizanbin ku Canfeda şehîd ketiye an na. Piştre agahî didin malbatê ku Canfeda winda ye. Lê piştî hefteyekê cenazeya wî tê dîtin, bi vê yekê Canfeda dibe şehîdê rêya parastina xaka welat a pîroz piştî berxwedanek û têkoşînek bêhempa ku nîşan daye.

(şx)

ANHA