Şêx Sînan Ehmed: Ji bo parastina destekeftiyan bibin yek

Şêx Sînan Ehmed girîngiya yekrêziya Kurd ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan û têkoşîna gel hatine bidestxistin diyar kir û wiha got: "Hêzên dijberî doza kurdî di her derfetekê de hewl didin gelê Kurd tune bikin. Em di pêvajoya hebûn û tunebûnê de ne. Hebûna me bi parastina destkeftiyan ve girêdayî ye."

Şêx Sînan Ehmed: Ji bo parastina destekeftiyan bibin yek
4 ÇILE, 2019   07:14

SILAVA EBDULREHMAN - MURADA KENDA / QAMIŞLO

Bi însiyetîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şaxê Rojava di 1'ê Çileyê de civînek hate lidarxistin. Di civînê de komîteyek ji 5 endamên serbixwe hate avakirin. Erka vê komîteyê bi hemû partiyên Kurd ên Rojava re bikeve nava têkiliyan da ku yekitiya Kurdan ava bike û rê li ber xetereyên li dijî gelê Kurd û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin.

Girêdayî mijarê endamê komîteya têkiliyan a bi partiyên siyasî re ya KNK’ê û endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed ji ajansa me re axivî û wiha got: "Erka me bi hemû partiyên siyasî re bikevin nava kêliyan da ku yekitiya Kurd ava bike û nakokiyên xwe deynin aliyekî. Ji ber ku di yekitiyê de hêz û serfirazî heye û di belavbûnê de lawazî heye."

‘Yekrêziya Kurdan pêwîstiyeke lezgîn e’

Şêx Sînan Ehmed destnîşan kir ku herêm di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û bi xetereyan re rû bi rû maye û wiha pê de çû: "Tirkiye ji gefên xwe hebûna Kurdan armanc dike. Ji lew re avakirina yekitiya Kurdan bi awayekî lezgîn pêwîst e da ku siyasetek ku berjewendî û hebûna Kurdan li Rojava diparêze were xêzkirin. Heta ku were xwestin tawîz ji hindek partiyan re bê dayîn."

Şêx Sînan wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk di gefên xwe de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e, hebûna Kurd li her çar paçeyên Kurdistanê tehdît dike. Tirkiye bi taybet hebûna Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike. Ji ber wê divê partiyên siyasî yên Kurd li Rojava berjewendiyên xwe yên kesayetî bidin aliyekî û berjewendiya gelê Kurd bidin pêş da ku mafên gelê Kurd biparêzin û li hember hemû xetereyên ku doza Kurd û hebûna Kurd tehdît dike, bisekinin.”

Şêx Sînan bang li partiyên siyasî yên Kurd li Rojava kir ku ji bo berjewendî û mafên gelê Kurd bi rihekî berpirsyar tev bigerin.

Hebûna me bi parastina destkeftiyan ve girêdayî ye

Di dirêjahiya gotinên xwe de Şêx Sînan diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin û têkoşîna gel, yekrêziya refa Kurd pêwîst e û wiha domand: "Ji ber ku hêzên dijberî doza Kurd di her derfetekê de hewl didin gelê Kurd têk bibin û tune bikin. Em di pêvajoya hebûn û tunebûnê de ne. Hebûna me bi parastina destkeftiyan ve girêdayî ye."

Şêx Sînan diyar kir ku ew wek komîte erka wan e ku têkiliyan bi hemû partiyên siyasî yên Kurd li Rojava re bi armanca yekrêziya refa Kurd ku êdî bûye xwesteka hemû Kurdan, ava bikin û ev tişt anî ziman: "Her aliyek yan jî kesek li dijî yekitiya refa Kurd bisekine, dê gelê Kurd wan nepejirîne. Ji ber ku dê rastiya wan xuya be ku ew ji bo gelê Kurd û mafên wî yên rewa naxebitin lê belê ji bo berjewendiyên takekesî dixebitin."

Dewleta Tirk belavbûna refa Kurd bi kar tîne

Şêx Sînan diyar kir ku dewleta Tirk ji parçebûna Kurdan sûdê werdigere û li gorî wê planên dagirkirina Kurdistanê û tunekirina Kurdan dike. Şêx Sînan got eger gelê Kurd yekitiya xwe ava bike, dê bikare li hember wan komployan bisekine û têk bibe. Lewre destpêkê pêwîst e yekrêziya refa Kurd li Rojava were avakirin û piştre li tevahiya parçeyên Kurdistanê.

Endamê komîteya têkiliyan a bi partiyên siyasî ya girêdayî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şaxê Rojava Şêx Sînan Ehmed bang li tevahiya partiyên siyasî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtina xwe bi hêz bikin, ji nakokiyên takekesî dûr bikevin, bibin yek deng û dest, ji bo avakirina yekitiya gelê Kurd tê bikoşin û bê şert tev li civînan bibin û pêşniyar û rexneyên xwe bînin ziman.

(şx)

ANHA