Li Efrînê teqîn, tê gotin kuştî û birîndarên çeteyan hene

li sûk El-Hal a navenda bajarê Efrînê teqînek pêk hat. Tê gotin kuştî û birîndarên çeteyên artêşa Tirk hene.

Li Efrînê teqîn, tê gotin kuştî û birîndarên çeteyan hene
16 kanûn, 2018   09:49

EFRÎN

Çavkaniyekî herêmî ji Efrînê ragihand ku, tê texmînkirin ku teqîn bi rêya erebeyeke bombebarkirî pêk hatiye. Heman çavkanî got tê payîn kuştî û birîndarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker hene.

Sûk El-Hal li nêzî çerxereya Kawa ye.

(kc)

ANHA