Jinên ciwan ên Efrînê: Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû gelên azadîxwaz e

Jinên ciwan ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûne, diyar kir ku daxwazên Leyla Guven daxwazên hemû gelên azadîxwaz in û teqez kir ku ew planên dewletên dijmin bandorê li wan nakin û dê çalakiyên xwe yên rakirina tecrîda li dijî Ocalan bidomînin. 

Jinên ciwan ên Efrînê: Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû gelên azadîxwaz e
16 kanûn, 2018   08:57

TOLÎN HESEN – FÎDAN EBDELLAH / ŞEHBA

Bi dirûşmeya "Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û bi serokê xwe re azad bijîn" Kongreya Star a kantona Efrînê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya ku hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê ya Culemêrgê Leyla Guven, dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kir. 

Der barê mijarê de jinên ciwan ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûne, destnîşan kir ku ew ê meşa xwe ku bi xwîna şehîdan hatiye neqişandin, dewam bikin û gavekê ji doza xwe ya azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paşde naavêjin.

Ciwana bi navê Zîlan Xelîl wiha got: "Em wek jinên ciwan ên Efrînê ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven û daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beşdarî greva birçîbûnê bûn."

Her wiha ciwana bi navê Eyşa Elî da zanîn ku daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû gelên azadîxwaz e û wiha got: "Çalakiya Leyla Guven îsbat dike ku çi qas jin bi ramanên Ocalan ve girêdayî ne."

Ciwana bi navê Avrîn Reşîd diyar kir ku tecrîda girankirî ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin û gefên dewleta Tirkiyeyê, bandorê li hêz û îradeya wan nakin û wiha got: "Em vê yekê bi rêya çalakiyên xwe û daxwaza azadiya siyasetmedarên Kurd teqez dikin."

Berfîn Seydo jî yek ji ciwanên Efrînê ji aliyên peywendîdar ku mafên mirovan diparêzin, xwest ku bi erka xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin ku tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rake.

Her wiha ciwana bi navê Evîn Xelîl teqez kir ku bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî îrade ne û li ser vî esasî ew ê li qadan bin û çalakiyên xwe dewam bikin.

(jo)

ANHA