‘Em ê heta dawiyê parastina axa welatê xwe bikin’

Şêniyên bajarê Reqayê gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew hemû êrîşên ku aramî û ewlehiya xaka wan tevlihev dikin, şermezar dikin.

‘Em ê heta dawiyê parastina axa welatê xwe bikin’
16 kanûn, 2018   09:55

HEMED EL-MUSTEFA – EMAR EL-XELEF / REQA

Şêniyên bajarê Reqayê der barê gefên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de teqez kir ku ew ê li hember hemû êrîşên ku aramî û yekitiya xaka wan dixe xetereyê, li ber xwe bidin.

Welatiyê bi navê Mihemed El-Xelef ê ji gundê El-Kesra yê gundewarên başûrê Reqayê diyar kir ku gefên hikumeta Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc jê ew e ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin û tevliheviyê di navbera pêkhateyên wê de derxin,  ew jî vê yekê şermezar dikin. Her wiha destnîşan kir ku ev yek ne tiştekî nû ye ku hikumeta Tirkiyeyê li dijî gelê Sûriyê dike, ji ber ku ji berê de xaka Sûriyê dagir kiriye û hemû mafên gelên wê binpê dike.

Mihemd El-Xelef di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em wek gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dê parastina xaka xwe, hemû destkeftiyên xwe û yekitiya xaka xwe bikin. Em hemû êrîşên li ser xaka Bakurê Sûriyê û Sûriyê bi giştî, şermezar dikin. Ji ber ku em wek gelê Sûriyê tu êrîşên li ser xaka xwe qebûl nakin."

Welatiyê bi navê Xelîl El-Mihemed diyar kir ku piştî bajarê wan hate rizgarkirin û aramî û ewlehî hate peydakirin, gelê wê li bajêr û gundewarên xwe bi rêxistin kirine, saziyê xwe bi rê ve dibin. Xelîl El-Mihemed got ew wek gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û Çerkez dê her tim kelemê çavê Erdogan û çeteyên wê bin û tu carî nikarin îradeya gelê ku azadiya xwe bi dest xistiye, bişikîne.

Xelîl El-Mihemd di dawiyê de teqez kir ku hemû gelên Sûriyê bi aramî, ewlehî û hezkirin dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku hemû herêmên Sûriyê mîna herêmên wan bin.”

Her wiha mamoste Beşîr El-Nayif ê ji gundê El-Kesrat bang li hemû kesên li derve kir û got: “Kesên ku ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker dixebitin, dibin amûrên kuştine û dibêje ew ji Sûriyê ye ew tenê nûnertiya xwe dike. Ji ber ku kesên ku îxanetê li welat û gelê xwe bikin, tenê wek kole tên dîtin û dibin bar li ser civakê. Em ji beriya sedan salan ve xwediyên vê xakê ne. Ax û dîroka me ya hezar salan nasnameya me ye."

Beşîr El-Nayif di dawiyê de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide jiyana hevbeş di navbea gelên herêmê de tevlihev bike, naxwaze aramî û ewlehiya bi saya xwîna şehîdan hatiye bidestxistin hebe, ji ber wê dê çekên şehîdan rakin û li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin.

(bx)

ANHA