Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî

Di demên de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bajarokê Hecînê ku xaka dawî di destê DAIŞ‘ê de maye pêş de diçe Tirkiyê careke din gefên operasyoneke leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Şîrovekarên siyasî hişyariya îhtîmala derketina şerekî di navbera Tirkiyê û DYA de dikin ku hegerî Tirkiyê êrîşî bike. Li Dufeya rojhilat jî Îsraîlê ambargoyek li ser Ramelayê ferz kiriye, di heman dem de pevçûn di navbera hêzên Îsraîlê û filistiyan de rû dan.

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî
16 kanûn, 2018   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di vê hefteyê de behsa mijarên Sûriyê û nexasim pêşveçûyîna QSD`ê di baregehên DAIŞ`ê yên dawîn li Dêrazorê, gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha Iraq û hin mijarên din kir.

El-Heyat: Artêşa Sûriyê herêmên agirbesta Rûsya- Tirkiyê topbaran dikin

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya El-Heyat behsa herêmên tîfaqa Tirkiyê û Rûsyê kir û wiha got: "Artêşa Sûriyê bi çend topan zeviyên çandiyên yên bajaroka Morik ê gundewarên bakurê Hemaya ya di çarçoveya herêmê bêçek de. Di heman demê de hêzên çekdar ên ser bi rêjîmê ve herêmên derdora bajaroka Letamna yê gundewarên Hemayê bi çekên giran topbaran kirin."

El-Quds El-Erebî: Enqereyê asta gefên êrîşkirina li dijî yekîneyên kurdî bilind kir

Rojnameya El-Quds El-Erebî bal kişand ser gefên Tirkiyeyê yên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Serokê Tirkiyeyê Erdogan roja Înê asta gefên xwe li dijî yekîneyên kurdî zêde kirin û got ew ê operasyoneke leşkerî li dijî Minbic û rojhilatê çemê Firatê yê Bakurê Sûriyê li dar bixe. Ji aliyekî din ve jî, artêşa Tirk hêzên xwe li ser sînorê Sûriyê zêde kirine, her wiha yekîneyên kurdî jî li rojhilatê Firatê, xwe amade kiriye. Di heman demê de, têkildarî mijarê di navbera Enqere û Washingtonê de peywendî di asta jor de hene.”

El-Ereb: Amerîka li rojhilatê Firatê Erdogan tengav dike

Têkildarî heman mijarê, rojnameya El-Ereb wiha destnîşan kir: “Ji daxuyaniyên Erdogan ên roja Înê diyar dibe ku der barê rewşa rojhilatê Firatê de, gav paşde avêtin. Lê beriya du rojan asta gefên xwe zêde kiribûn û gotibû ew ê di van rojan de operasyoneke leşkerî li dijî herêmên di bin serweriya Kurdan de li dar bixe.

Ji aliyekî din ve jî, serokatiya Tirkiyeyê eşkere kir ku serokê Tirkiyeyê û serokê Amerîkayê der barê Bakurê Sûriyê de li ser telefonê axivîn. Diyar dibe ku Trump ji Erdogan re gotiye ku derfet tune ye ku li rojhilatê Firatê tu operasyonan li dar bixe.

El-Heyat: Hêzên Sûriya Demokratîk hindik maye ku Hecînê ji destê DAIŞ`ê derxin

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Heyat bal kişand ser pêngava Bagera Cizîrê ya tunekirina DAIŞ`ê li rojhilatê Firatê. Berdevka pêngavê Lîlwa Abdullah ji rojnameyê re wiha  got: “Operasyonên leşkerî heta niha dewam dikin. Hêzên me bi pêş ve diçin û şer giran e… Di demeke nêz de em ê mizgîniya rizgarkirina tevahiya Hecînê bidin.”

Çavkaniyekî ji Yekîneyên Parastina Gel ragihand ku QSD`ê Hecîn xistiye bin serweriya xwe, lê hin şaneyên biçûk di bajarok de mane, ew jî dê di rojek an du rojan de werin tunekirin.

El-Şeriq El-Ewset: Mosko pirsa şertên vegera xelkên Sûriyê ji Şamê dipirse

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset ji Wezareta Parastinaê ya Rûsiyê  ragihand ku "Mosko daxwaza ji Şamê dike ku rastiya agahiyên ku Neteweyên Yekbûyî li ser şertên ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo vegera penaberên xwe yên li derveyî welat belav kirine, teqez bike.

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb got ku careke din çalakî li Besrayê têne lidarxistin û wiha dewam kir: “Hevbendiya siyasî ku Muqteda El-Sedr û Emar El-Hekîm serkêşiya wê dikin, ji bo bidestxistina rêveberiya Besrayê, ji hêzên Iraqî yên nêzî Îranê têk çûn. Lewra bi sedan ji welatiyên bajar daketin qadan.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “Çavkaniyên ku danûstanên Yemenê yên li Siwêdê dişopînin, ragihand ku şandeya hikumetê û Hûsiyan hindik maye ku dosyayên balafirgeha Sena û niftê çareser bikin.”

Her wiha rojnameya Şerq El-Ewsat wiha lê zêde kir: “Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ezmûna baweriyê di biloka partiya xwe di meclisa giştî de derbas kir. Ji bingeha 200 parlemanî, 117`an deng li dijî wê bi kar anîn.”

Filistîn

Her wiha têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya El-Şerq El-Ewset bal kişand ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de û manşeteke xwe wiha bi nav kir: “Li Dufa El-Xerbî duh şer giran bû. Di navbera çalakvan û hêzên Îsraîlê de li têketina Ramallah û navenda bajar şerekî giran rû da.”

Lubnan

Her wiha têkildarî mijara Lubnanê jî rojnameya El-Ereb wiha got: “Serokwezîrê Lubnanê Seed El-Herîrî yê ku ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin, ji bo bernamzetê sunnî yê girêdayî Hizbullahê qebûl bike, rastî zextan tê. Wezîrê hundirîn û şaredariyan û yek ji rêveberên Teyar El-Musteqbel Nîhad El-Meşnûq jî destnîşan kir ku tevî hemû zextan, El-Herîrî ji bo avakirina hikumetê gavê bi paş de naavêje.”