Gêlo Îsa: Gef ne tenê li dijî gelê Kurd in, li dijî hemû pêkhateyan in

Gêlo Îsa teqez kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî gelê Kurd in, lê li dijî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Gêlo Îsa: Gef ne tenê li dijî gelê Kurd in, li dijî hemû pêkhateyan in
16 kanûn, 2018   06:06

HÊVÎDAR HERANÎ / KOBANÊ

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî-Sûrî (PDKS) Gêlo Îsa têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivî û got dewleta Tirk tu mafê wê tune ye axa Sûriyê dagir bike.

Gêlo Îsa di axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li Idlibê têk çû, ji ber vê yekê gef li dijî herêmên Bakurê Sûriyê xwarin. Gêlo Îsa teqez kir ku pêkhateyên Sûriyê tu carî dagirkeriya Tirk li ser xaka xwe qebûl nakin û wiha dewam kir: “Gefên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî gelê Kurd in, lê li dijî hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”

‘Dewleta Tirk têkiliya xwe bi DAIŞ’ê re îsbat kir’

Gêlo di dirêjahiya axaftina xwe de, tunebûna DAIŞ`ê li Hecînê û gefên dagirkirinê li dijî herêmên Bakurê Sûriyê bi hev ve girê da û wiha got: "Çeteyên DAIŞ`ê êdî ber bi tunebûnê ve diçin, lewre dewleta Tirk tehemul nekir û dest bi gefan kir. Ev yek jî careke din têkiliya DAIŞ û dewleta Tirk îsbat dike.”

‘Divê senaryoya li Efrînê dubare nebe’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî-Sûrî (PDKS) Gêlo Îsa di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker rojane gelê Efrînê li pêş çavê cîhanê qetil dike, lê hêzên navneteweyî bê deng man, divê senaryoya Efrînê dubare nebe û hêzên navneteweyî li dijî van gefên dewleta Tirk bisekinin.

ANHA