ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.12.2018
16 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrikê li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dadikevin qadan, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Amûdê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD‘ê ji bo nirxandina geşedanên dawî li herêmê bi şêx û rûspiyên êla Ewn re dicive. Civîn li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Sirînê li dar dikeve, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina gefên Tiriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên konvedanê li bajarê Girê Spî û navçeya Silûkê li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi deste û komîteyên parastinê re dicive. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê têkildarî gefên Tirkiyê daxuyanî dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gêlo Îsa teqez kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî gelê Kurd in, lê li dijî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêma Efrînê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê soza berxwedanê dûbare kirin û bêdengiya civaka navdewletî ya ji zêdegaviyên Tirkiyê re şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek ji şêx û rûspiyên êlên Ereb ên herêma Sirînê diyar kirin ku Tirkiye hewl dide tiştên ku DAIŞ'ê nekarî li herêmê bi dest bixe, bidest bixe. Her wiha bang li Tirkiyê kirin ku vegere dîrokê û xurtbûna têkîliyan di navbera gelan de bibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê xebatên avakirina goristana şehîdan a navçeyê ku niha 38 cenazeyên şehîdan hemêz ber bi dawî dike. Her wiha tê payîn ku dê dest bi qonaxa duyemîn were kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Di demekê de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bajaroka Hecînê ku bargeha dawî ya di destê DAIŞ‘ê de maye bi pêş de diçin Tirkiyê careke din gefa operasyonên leşkerî li dijî herêmên rojhilatê Çemê Firatê dixwe. Şîrovekarên siyasî hişyariya îhtîmala derketina şerekî di navbera Tirkiyê û DYA de dikin ku hegerî Tirkiyê êrîşî bike. Li Dufeya rojhilat jî Îsraîlê ambargoyek li ser Ramelayê ferz kiriye, di heman dem de pevçûn di navbera hêzên Îsraîlê û filistiyan de rû dan. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm got, Erdogan ne tenê li ser Sûriyê, di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn xeteriyek e. Her wiha tekez kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi berxwedan û yekîtiya gelên herêmê dê têk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Bi nêzikbûna tunekirina DAIŞ'ê re li berîka xwe ya dawî de li bakur û rojhilatê Sûriyê, Erdogan derdikeve pêşberî çapmeniyê û kêfxweşiya serkeftinê kovan dike û radighîne ku bi rêya ragihandina şer li dijî hêzên ku DAIŞ'ê li şûna tevahiya cîhanê tune kiriye, ew ê rêveberiya terorê cîhanî ji destê DAIŞ'a ku hilweşye bigire. Vê carê Erdogan terora xwe di bin perdeya rawabûneke navdewletî pêk tîne û têgeha terorê bi filebazî bi kar tîne, her wiha bi kesên din ve vedide da ku şerê xwe li dijî wan rewa bike. Gelo heta kengî wê cîhan terora dewleta birêxistikirî ya ku Tirkiye li dijî gelan dimeşîne paşguh bikin?

JIN

- Jinên ciwan ku beşdarî çalakiya greva biçîbûnê bûne diyar kirin ku daxwazên Leyla Guven dawazên hemû gelên azadîxwaz e û teqez kirin ku ew bi planên dewletên dijmber bi bandor nabin û dê çalakiyên xwe yên rakirina tecrîda li dijî Ocalan bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA