Şepêla Çep a Şoreşger ya Sûriyeyê tevlî MSD‘ê bû

MSD‘ê ragihand ku Şepêla Çep a Şoreşger ya Sûriyeyê tev li meclisê bû. MSD‘ê ev gav wekî serkeftineke mezin ji bo tevahî gelê Sûriyê û meclisê bi nav kir.

Şepêla Çep a Şoreşger ya Sûriyeyê tevlî MSD‘ê bû
15 kanûn, 2018   21:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyeke nivîskî tevlêbûna Şepêla Çep a Şoreşger ya Sûriyeyê  ji bo meclisê ragihand.

Di daxuyaniya MSD‘ê de ya li ser mijarê wiha hate gotin: " Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji tevahî gelê Sûriyê û şoreşgerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ku li hemberî rêxistina terorîst a herî faşîzm şer dike, agahiyên tevlêbûna hevalên Şepêla Çep a Şoreşger ya Sûriyeyê ji bo Meclisa Sûriyeya Demokratîk radighîne.

Tevlêbûna hevalên Şepêla Çep a Şoreşger ya Sûriyeyê di demeke girîng û hestyar de hate ku pêwîste hêmû hêzên niştimanî û demokratîk û çepger ên aktîf ji bo xêzkirina xeta pêşerojeke guncaw xebateke hevpar bidin meşandin. Her wiha ev tevlêbû di demekê de ku gereke yekitiya xaka Sûriyê were parastin û hemû cûreyên dagirkerî û şer werin rawestandin û dozên girêdayî vegera koçber û penaberan, serbestberdana girtiyan û hesabxwestina ji sûcdarên şerên li dijî mirovahiyê pêk hat. Di heman demê de qonaxeke ber bi demokratiyeke rasteqîn û avakirina sîstemeke siyasî, nenavendî û pirreng hate ragihandin.

Tevlêbûna hevalên Şepêla Çep a Şoreşger ya Sûriyeyê serkeftineke mezin ji bo tevahî gelê Sûriyeyê û têkoşîna wê ya azadiyê de. Di heman demê de serkeftineke ji bo Meclisa Sûriyeya Demokratîk e."

ANHA