Koma Çukur a istixbarata Tirkiyê li xwe mikûr hat

Yekîneyên çalakiyên taybet a Kantona Kobanê endamên şaneya ku navê Tevgera El-Qiyam li xwe kirine girtin. Şane girêdayî istixbarata artêşa Tirk a dagirker e. Şane tewanên ku li Bakurê Sûriyê dikirin, li xwe mikûr hatin. Şaneyê êrîşên terorîst li bajarên Minbic û Eyna Îsayê li Bakurê Sûriyê pêk anîbû.

Koma Çukur a istixbarata Tirkiyê li xwe mikûr hat
13 kanûn, 2018   05:15

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Di çend mehên dawî de gelek şaneyên di bin navên cuda de bi armanca belavkirina tevliheviyê li herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybet li Minbicê bi teqîn û hedefgirtina QSD'ê û şêx êlên herêmên, êrîşên terorîst pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG'ê ya ku di 4'ê vê mehê de weşandibû, yekîneyên taybet ên YPG'ê ji zêdetirî salekê ve şaneyek terorîst a girêdayî istixbarata Tirkiyê şopandine û endamên şaneyê girtine.

Ev şane li bajarên Eyn Îsa, Minbic, Girê Spî û bajarokê Sirînê xebatên xwe dimeşandin û bûyerên teqîn û kuştinê li bajarê Kobanê ya Bakurê Sûriyê plan dikirin. Şaneyê telîmatên  xwe yekser ji istixbarata Tirkiyê digirt, çek û madeyên teqemeniyê ji herêmên di bin dagirkiriya Tirkiyê de mîna Cerablûs û Babê werdigirtin.

Şane ji 5 endama pêk tê û navên wan wiha ne: Ehmed Yasîn ji bajarê Reqayê ye û berpirsa teqînên ku li gelek bajaran rûdane bû, Ebid El-Muheymên Şîxanî ji bajarê Cerablûsê ye û bi istixbarata Tirkiyê re koordîne dikir û teqîn plan dikir, Mehmûd Ebdulqadir Beko ji bajarê Babê ye û rêveberê şaneyê bû, Ratêb Mihemed Berakat ji bajarê Helebê ye û berpirsê kiryara terorîst a ku li Minbicê pêk hatiye û Ebûd El-Ebûd ji bajarê Minbicê ye û rêveberê koma rênasê şaneyê bû.

Girêdayî mijarê ajansa me hevpeyvînek taybet li gel endamên şaneya terorîst çêkir. Endaman di hevpeyvînê de planên veşartî yên Tirkiyê li Sûriyê eşkere kirin. Piraniya wan gotin ku ew ji ber metirsiyên ser malbatên xwe nikarin derkevin pêşiya dazgehên çapemeniyê.

Bajarê Entabê… navenda civînên ji bo aktîvkirina karê istixbaratî li Sûriyê

Ebid El-Muheymên ê ku li bajarê Cerablûsê bi cih bûye diyar kir ku kesek bi navê Ebû Îmad rojek karê istixbaratên Tirkiyê di nav bajarê Minbicê de ji wî pêşniyar dike. Li ser vî esasî Ebid El-Muheymên wê agahiyên girêdayî cihên hindek fermendarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bighîne wan. Lê wî di roja ku li Minbicê derbas kiriye de, nekarî bû tu agahiyan bi dest bixe.

Ebid wiha domand: "Ebû Îmad min bi serleşkerê Tirk bi navê Nazmî li bajarê Tirkiyê Entabê da nas kirin. Nazmî ji min xwest ku divê ez kesekî ji bajarê Minbicê nas bikim da ku alîkariya me di karê istixbaratê de li herêmê bike."

Li ser wê Ebid El-Muheymên Ehmed Yasîn ê ku berê şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû nas dike. Ehmed ji bajarê Reqayê ye û bavê du zarokan e. Ehmed pêşniyara Ebid qebûl dike û dest bi kar dike û fermanan ji Ebû Îmad digire.

Ehmed Yasîn fetîlê teqînên Tirkiyê li Minbic û Eyn Îsayê ye

Ji aliyê xwe ve Ehmed dest bi kar dike û li beramberî her agahiyekê girêdayî navên fermendarên leşkerî û bargehên ewlekariyê û leşkerî yên Minbicê pere digire.

Piştre têkiliyên Ehmed bi istixbarata Tirkiyê re pêş dikevin û Ehmed dest bi bûyerên teqînan li bajarê Minbicê dike û li beramberî wê miqdarên mezin ji pereyan digire.

Yasîn wiha got:"Ji me re gotin ku divê fermandarên leşkerî yên peya bilind û heta endamên rêveber ên saziyên sivîl û şêx êlên Minbicê werin hedef girtin û gotin ya herî girîng ku em tevliheviyê li bajêr der bixin."

Endamên şaneyê diyar kirin ku wan bi rêya buroya El-Mehta ya veguhestina kelûpelan bi alîkariya mudirê buroyê bi navê Mihemed Mensûr ê ji Cerablusê ku têkiliya wî bi istixbarata Tirkiyê re heye, madeyên teqemniyan ji bajarê Cerablusê vediguhezînin Minbicê beyî ku kesek bizanibe yan jî pê bihese.

Ehmed destnîşan kir ku di wê demê de Ebû Îmad miqdara madeyên teqemeniyê di hundirê hindek alavan vedişartû ji wan re bi rêya buroyê rê dikir û wî ji kesekî bi navê Mehmûd Ebdullqadir Beko ku di buroyê de şaxê Minbicê  dixebitî werdigirt.

Piştî wê Ehmed hejmarek teqîn li Minbicê ku şervanên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kiribûn hedef pêk tîne.

Istixbarata Tirkiyê ji bo kuştina fermendarê giştî yê QSD'ê bi hezaran dolar pêşkêş dike

Bi destpêka vê salê re istixbarata Tirkiyê ji bo kuştina fermendarê giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî 50 hezar dolar pêşkêşî Ehmed Yasîn dike. Ehmed yekser pê razî dibe û madeyên teqemeniyê ji Cerablusê werdigire û amadekariyên teqînekî di civîna QSD'ê de ku Mezlûm Ebdî li Eyn Îsa lê beşdar bûbû dike.

Ehmed madeyên teqemeniyê li erebeyekî ku li ber avahiya ku civîn lê pêk tê bi cih dike û Ebû Îmad ji wî dixwaze ku li ser kaxizekê wiha binivîse 'Elah û Ekber tevgera El-Qiyam berpirsa çalakiya leşkerî ye' û her wiha jê dixwaze ku bûyerê bi dîmen û dîrok bikşîne.

Dema fermendarê giştî yê QSD'ê ji civînê derdikeve teqîn rû dide û di encamê de şervanek jiyana xwe ji dest dide û 3 din jî birîndar dibin.

Di dema ku şaneyê amadekariyên teqînan li kantona Kobanê û bi taybet li bajêr dikirin, yekîneyên taybet ên YPG'ê ew şaneya istixbaratê digire û endamên wê li xwe mikûr hatin ku ji bo istixbarat Tirkiyê dixebitin.

Her wiha rolên Ratêb Mihemed Berakata û Ebûd El-Ebûd tenê di veguhestina madeyên teqemeniyê de ji bajarê Minbicê re dimîne.

Tevgera El-Qiyam û çawa veguhezî Çukur

Serbazê istixbaratiya Tirkiyê yê bi navê Nazmî navê tevgera El-Qiyam li çalakiyên şaneya istixbaratê li bajarên Bakurê Sûriyê kir. Nazmî li ser malperên teva civakî vidyoyên şaneyê diweşîne û navenda wê li Gazî Entab e.

Endamê şaneyê bi navê Ehmed Yasîn diyar kir ku dema pêkanîna teqînan jê hate xwestin ku li ser kaxizê li şûna tevgera El-Qiyam binivîse Tevgera Çukur ku navê navdartirîn fîlmên Tirkiyê ye û bi zimanê tirkî tê wateya”Cukur”.

(şx)

ANHA