'Ji bo bicihanîna daxwazên Leyla Guven em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin'

Jinên kantona Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, piştgiriya xwe ji bo daxwazên Leyla Guven anîn ziman û tekez kir ku ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

'Ji bo bicihanîna daxwazên Leyla Guven em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin'
13 kanûn, 2018   07:05

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Bi armanca şermezarkirina tecrîda giran ku dewleta Tirk li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ferz kiriye, parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a bajarê Culemergê yê bakurê Kurdistanê Leyla Guven ku dewleta Tirk ji ber helwestên wê yên li hember êrîşên Tirkiyeyê li dijî Efrînê girtibû, li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir.

Ji bo piştgiriya Leyla Guven gelek çalakiyên greva birçîbûnê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin. Girêdayî vê mijarê jinên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, piştgiriya xwe bi daxwazên Leyla Guven re anîn ziman û Leyla Guven wek mînaka jinên azad dane nîşandan.

Dayika bi navê Fîdan Fayiq destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê ji destpêka şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê ve, dagirkirina Efrînê û girtina siyasetmedarên Kurd li Tirkiyeyê, di çarçoveya berdewamkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk tên. Fîdan wiha domand: "Dewleta Tirk ji binpêkirinên xwe armanc dike ku bala gelê Kurd ji rakirina tecrîdê ku li Rêberê Gelê Kurd ferz kiriye, dûr bixe. Lê helwesta Leyla Guven û piştgiriya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê bi daxwazên Leylayê re, ew bersiva hemû planên dewleta Tirk a dagirker e."

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Fatme Cemîl tekez kir ku daxwazên Leyla Guven, daxwazên gelê Kurd in û li ser wê bingehê dê têkoşîna xwe heta rakirina tecrîdê bilind bikin. Her wiha Fatme Cemîl bang li hemû rêxistinên navdewletî û dewletên cîhanê kir ku binpêkirinên Tirkiyeyê der heqê siyasetmedar û kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz bi dawî bikin.

Welatiya bi navê Zeyneb Hebeş jî destnîşan kir ku dewleta Tirk îdia dike ku ew dewletek e ku rêzdariya mafên mirovan dike, lê belê rastiya vê yekê tune ye. Di dawiyê de Zeyneb bang li dewletên cîhanê kir ku mudaxele bikin û tecrîdê bi dawî bikin û daxwazên Leyla Guven pêk bînin.

(şx)

ANHA