'Em bi hewcedariya lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ne'

Hiqûqnas Ebduleder Emo got di çarçaoveya êrîşên ku destkeftiyên gelê Kurd dikin hedef de gelê Kurd bi hewcedariya lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ye.

'Em bi hewcedariya lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ne'
13 kanûn, 2018   05:30

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Di demeke ku êrîş li dijî destkeftiyên gelê kurd li tevahiya Kurdistanê de zêde dibe, lê dengên ku banga li darketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî jî dikin bilind dibin.

Têkildarî mijarê hiqûqnas Ebduleder Emo ji ajansa re axivî û pêwîstiya yekrêziya gelê Kurd li hember lihevkirinên navdewletî ku Kurdistan parçe kirine tekez kir.

Di destpêka axaftina xwe de Emo hewcedariya lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî destnîşan kir û got: "Îro û di vê pêngava hesas de ku gelê Kurd dijî, hewcedariya me bi lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî  ku hemû partî û kesayetên kurdî digre nava xwe heye. Divê gelê Kurd vê derfeta dîrokî ku dê carek din neyê dubarekirin baş bikar bîne."

Di berdewama gotinên xwe de Emo destnîşan kir ku lidareketina kongreyê pêwîstiyek e û dê bibe destpêka avakirina yekîtiya gelê Kurd di bin banekî de.

Her wiha Emo behsa perspektîvên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên girêdayî yekîtiya neteweyî kir û got: "Di salên 90'î de Ocalan banga lidaxistina kongreyê kir. Ji ber wê beriya her tiştî hewcedariya me bi kongreyê heye. Ne avakirina yekîtiyê tê wateya ku çarenûsa me ne diyar e. Komployên hêzên navdewletî li dijî gelê Kurd berdewam in, ji ber wê ji me tê xwestin ku ji bo lidarxistina kongreyê em bixebitin."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Emo tekez kir ku lihevkirinên navdewletî û hindek hêzên Kurdî rê li ber lidarketina kongeryê digirin.

Di dawiyê de Emo destnîşan kir ku eger gelê Kurd yekîtiya xwe ava neke, wê Efrînek din li herêmê pêk were û diyar kir ku dewleta Tirk cesareta xwe ji nakokiyên wan digire û ji ber wê êrîşî Efrîn kir û ew dagir kir û got:" Ji lew re ji her demê bêtir hewcedariya gelê Kurd bi lidartketina kongreyê heye.”

(şx)

ANHA