ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.12.2018
13 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê çenteyên dibistanê li şagirtiyên navçeyê belav bike. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-PYD`ê li bajarokên Til Hemîs”Ebû Cirin, Ekaz, Ceze, Til Ehmed”rêvberiyên xwe ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-MSD`ê bi armanca danesîna şeklê rêxistinî yê MSD û şirovekirina rêziknameya meclisê, li bajaroka El-Hîşe û gundê Elî Baciliya civînan lidar dixe. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Yekîneyên çalakiyên taybet a Kantona Kobanê endamên şaneya ku navê Tevgera El-Qiyam li xwe kirine girtin. Şane girêdayî istixbarata artêşa Tirk a dagirker e. Şane tewanên ku li Bakurê Sûriyê dikirin, li xwe mikûr hatin. Şaneyê êrîşên terorîst li bajarên Minbic û Eyna Îsayê li Bakurê Sûriyê pêk anîbû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiqûqnas Ebduleder Emo got di çarçaoveya êrîşên ku destkeftiyên gelê Kurd dikin hedef de gelê Kurd bi hewcedariya lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mamosteyên navçeya Til Hemîsê tekez kirin ku felsefeya Ocalan civak ber bi demokrasiyê û azadiyê ve biriye û felsefeya wî dîwarên girtîgehê derbas kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li ser daxwazên şêniyan ku mazot wernegirtine komîteyên xizmetguzariyê yên komînên herêma Qamilşo dest bi belavkirina beşa sêyemîn a mazotê li şêniyên ku mazot wernegirtine kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Ji bo piştgiriya çalakiya hevseroka KCD`ê Leyla Guven, Kongreya Star li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike. Bi heman armancê Kongreya Star û PYD`ê li navçeya Tirbespiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên kantona Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne piştgiriya xwe bi daxwazên Leyla Guven re anîn ziman û tekez kirin ku ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jinên Efrînê ku berxwedaniya xwe têne naskirin, teqez kirin ku ew ê liberxwe bidin, heta Efrîn rizgar bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Kampa Eyn Îsayê li gel pêşkêşkirina rêxistinên mirovî alîkariyên sînordar, hewl dide pêdiviyên koçberan di demsala zivistanê de bicih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya bajaroka El-Kesra ya bejahiya Dêrazorê hewl dide bi hemû derfetên xwe, xizmetê pêşkêş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA