‘Gefxwarinên Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê planeke mezin e’

Desteya Wetenî ya Erebî diyar kir ku gefxwarinên Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê planeke mezin e û armanca xwe jî hedefgirtina gelên azadîxwaz e.

‘Gefxwarinên Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê planeke mezin e’
12 kanûn, 2018   21:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Wetenî ya Erebî têkildarî gefxwarinên Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi nêzikbûna tunekirina hovantirîn rêxistinên terorîst ku mirovahiyê nas kiriye û dorpêçkirina wê li Hecînê ji aliyê QSD`ê ve, dewleta Tirk ji bo sivikirina zextê li ser wan rêxistinan mudexele dike û gef êrîşan di bin bihaniyên cuda de ku çavbirçîbûna xwe li Sûriyê vedşêre li herêmê dixwe.

Beriya 4 salan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de Kobanê û Girê Spî çeteyên DAIŞ'ê hovantirîn binpêkirin li dijî herêmê pêk anî. Lê herêm bi saya xwîna şehîdan rizgar bû û kes nekare rastiya rola Tirkiyê di desteka çeteyan de veşêre.

Dewleta mîtinger bi dagirkirina Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê û piştgiriya hêzên tundrew li Idlibê berdewam e û hewl dide demografiya wan herêman li ber çavên cîhanê biguhere û careke din radighîne ew ê berê xwe bide rojhilata Firatê.

Em wek Desteya Wetenî ya Ereb dibînin ku Erdogan bi gefxwarin û binpêkirinên artêşa wî li dijî gelên herêmê yên ku armancên hemû hêzên tarî di serî de DAIŞîê têk birine, tenê planeke mezin e ku hêzên azadîxwaz dike hedef. Mîna van gefxwarinan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc jê berfirekirina dagirkriyê ye û ev yek jî serdestiya Sûriyê binpê dike.

Em wek Desteya Wetenî ya Erebî tekez dikin ku bi yek rêzî li gel birayên xwe ji hemû pêkhatiyan li hember çavbirçîbûna Tirkiyê bisekinin. Em bang li rêxistinên navdewletî û hêzên cîhanê dikin ku van binpêkirinên ku dibin sedema wêrakirina herêmê bi dawî bikin û zextê li Tirkiyê bikin da ku dagirkirina xaka Sûriyê bi dawî bike û êrîşên xwe li dijî gelên herêmê rawestîne.

Her wiha em bang li hikumeta Sûriyê dikin ku bi berpirsyariyên xwe li çavbirçîbûna Tirkiyê rabe.”