Mamşûrî: Yên ku nahêlin Kongra Netewî bê lî darxistin xayînin

Nivîskar û rexnegirê Kurd Dilbixwîn Mamşûrî bang li aliyên siyasî û civakî kir û xwest ku ji bo lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi lez û bez bikevin nava tevgerê.

Mamşûrî: Yên ku nahêlin Kongra Netewî bê lî darxistin xayînin
29 mijdar, 2018   07:02

ÎSAM EBDULLAH-NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Bangawaziyên lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo gihaştina stratejiyek hevpar ya berxwedanê li hember êrîşên ku destkeftiyên gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê dikin hedef, berdewamin.

Têkildarî vê mijarê nivîskar û rexnegirê Kurd Dilbixwîn Mamşûrî ji ajansa Hawarê re axivî û pêwîstiya xurtkirina eniya Kurdî destnîşan kir.

Di destpêka gotinên xwe de Mamşûrî got, hindek partiyên Kurd ji bo berjewendiyên partiyên xwe dixebitin û ev tişt rave kir: "Em bi hewcedariya lihevkirinek Kurdî û eniyekî Kurdî ne da ku xizmeta gelê Kurd bike. Pêwîste Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê lidar keve da ku bibe nûnerê siyasî ya gelê Kurd. "

Yên ku hevkariya dijmin bikin xanyîn in

Mamşûrî helwestên hin partiyên Kurd ku yekîtiya Kurdî naxwazin destnîşan kir û got: "Hindek partiyên Kurd naxwazin kongre li dar keve. Ji ber ku ew xizmeta gelê Kurd nakin. Lihevhatina partî û hêzên Kurd ji bo berjewendiyên gelê Kurd e. Divê em yek dest bin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd û pêkanîna destkeftiyên wî li her 4 parçeyan Kurdistanê bernameyek hevpar destnîşan bikin û li gorî wê divê xebat bêne meşandin." 

Mamşûrî wiha domand: "Yê ku destê xwe têkin destê dijmin, ew xayînin. Sekinandina Meclisa Niştîmanî li rex dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û herêmên din li dijî mafên gelê Kurd e."

Divê dîplomasiya Kurdî bê xurtkirin

Di dirêjahiya gotinên xwe de Mamşûrî girîngiya karê dîplomasî li ser asta Kurdî destnîşan kir û got: "Ji bo ku em dengê xwe li ser asta dîplomasî bighînin cîhanê divê em li ser gelek noqteyan bixebitin. A yekê hebûna dîplomasiyek Kurdî ji ya heyî bi hêztir bikin. Divê endamên vê dîplomasiyê akademîsyan û rewşenbîr bin. Her wiha ji bo gihandina doza gelê Kurd ji qadên navdewletî yên Ewropa, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî re were ragihandin û divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê lidar keve. Ji ber ku gelê Kurd xwedî maf û doz e û ji bo ku dîrok xwe ji nû ve venegerîne mîna lihevkirinên Sevr û Lozanê."

Di dawiya gotinên xwe de nivîskar û rexnegirê Kurd Dilbixwîn Mamşûrî bang li aliyê gelêrî û siyasî kir ku ji bo rêzkirina ref û mala Kurdî sazûmaniyek nû ava bikin û pêwîstiya dûrketina ji berjewendiyên partiyetî yên teng destnîşan kir û got: "Divê kesayetên ne pispor ên ku îdia dikin ku ew xwedî biryarin ji qadê bên dûrxistin û li şûna wan akademîsyanên têkildarî kar û barên siyasî bên bicihkirin da ku ji bo xizmeta gelê Kurd û doza wî biryar bigirin."

(şx)

ANHA