Yûsif Kûtê: Hin alî hene gefê li entegrasyona li Sûriyeyê dixwin

Serokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Yûsif Kûtê daxwaza aşkerakirina kujerên şehîd Sîpan Hiznî kir û bang li hikumeta veguhêz kir ku hesab ji hemû kesên ku dixwazin kuştinê bikin û gefê li aştiya li herêmê bixwin bixwaze û divê hemû pêkhate bi awayekî hevgirtî li hember gotara nefretê derkevin.

Yûsif Kûtê: Hin alî hene gefê li entegrasyona li Sûriyeyê dixwin
Yûsif Kûtê: Hin alî hene gefê li entegrasyona li Sûriyeyê dixwin
Yûsif Kûtê: Hin alî hene gefê li entegrasyona li Sûriyeyê dixwin
Yûsif Kûtê: Hin alî hene gefê li entegrasyona li Sûriyeyê dixwin
23 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
MIHEMED ELO

Têkildarî bûyerên şehîdxistina şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî, pêvajoya entegrasyonê ya ku li herêmê rû dide û rageşiyên di nava pêkhateyên herêmê de serokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Yûsif Kûtî ji ANHA`yê re axivî.

‘BÛYER BI ZÎHNIYETEKE NÎJADPEREST Û ŞOVENÎST PÊK HAT’

Yûsif Kûtî da zanîn ku bûyera şehîdxistina Sîpan Hiznî di bin navê tolhildanê de, bi zîhniyeta nîjadperest û şovenîst pêk hatiye, ji bo vê yekê jî ne edalet tê xuyakirin û ne jî hesab tê xwestin, ev sûc di bin navê tolhildanê de nayê qebûlkirin û wiha got: “Wê çend kesên din bi navê hesabxwestinê û tolhildanê bêne qetilkirin?”

Kûtê destnîşan kir ku Sûriye di qonaxeke hesas re derbas dibe, bûyera şehîdxistina Sîpan Hiznî nayê efûkirin û delîlên wê yên gelek neyînî li ser gelê Kurd hene û wiha anî ziman: “Di demekê de ku li Sûriyeyê qonaxa aştiyê hatiye ragihandin, çima kesên şovenîst derdikevin?”

DAXWAZA HEVGIRTINÊ YA PÊKAHTEYÊN SÛRIYEYÊ

Kûtê da zanîn ku şehîdxistina Sîpan Hiznî ji gelek aliyan ve bandoreke mezin di nava gel de li pey xwe hişt, divê li hemberî sûcên ku gelê Kurd hedef digire bê rawestandin, ev yek bi rêya hevgirtina hemû pêkhateyên Sûriyeyê û rêgirtina ber gotara nefretê pêk tê.

Kûtê daxwaz kir ku divê rijandina xwînê li Sûriyeyê bê rawestandin, destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê di dema borî de gelek zehmetî dît, divê di bin navê “Dewleta erebî” li hemberî pêkhateyên din şer neyê kirin, dîroka Sûriyeyê şahidiya hebûna hemû pêkhateyên wê dike.

‘HIN DEST HENE DIXWAZIN AŞTIYA DI NAVA ŞÊNIYAN DE TÊK BIBIN’

Yûsif Kûtê got: “Hin dest hene dixwazin biryara xwe ferz bikin û aştiya di nava şêniyan de têk bibe, ev yek jî ji hêla dewleta Tirk û istixbarata wê pêk tê, ew nahêle ku gelê Kurd di Sûriyeya nû de mafê xwe bi dest bixe.”

Yûsif Kûtê bal kişand ser gotinên Serokê Hikumeta Veguhêz Ehmed El Şera têkildarî Kurdan û wiha got: “Mane gelê Kurdî beşeke sereke a gelê Sûriyeyê, çima gelê Kurd rastî van hemleyan tên? Gelê Kurd ji pêkhateyên din ne cuda ye, ew netewa duyemîn a Sûriyeyê ye û li herêmên cuda yên Sûriyeyê heye.”

Yûsif Kûtê behsa domandina gotara nefretê ya li dijî gelê Kurd ya ji hêla hin kesayetên ku bi navê eşîrên Ereban de pêk tê kir û wiha anî ziman: “Bê rawestandin gefa kuştin û tunekirinê li gelê Kurd tê kirin, ev peyam ji bo siberoja Sûriyeyê ne baş e, divê hikumeta veguhêz hemû pêkhateyên Sûriyeyê hembêz bike.”

‘PARLAMENTO TEMSÎLA RAST A GELÊ KURD NAKE’

Yûsif Kûtê bal kişand ser makanîzmeya hilbijartinên parlamana Sûriyeyê ya nû û wiha pê de çû: “Ji hêla temsîla parlamanî û maf de, parlamana Sûriyeyê temsîla rastî ya gelê Kurd nake, divê hebûna gelê Kurd di saziyên hikumetê de wekî pêkhateya Kurd bê parastin, hebûna gelê Kurd li bajarên cuda yên Sûriyeyê heye, lewma hebûna Kurdan di saziyên hikumetê de mafeke xwezayî ye, daxwaz ew e ku Kurd di parlamnê de bi nasnameya kurdî ya Sûriyeyî cih bigire.”

Yûsif Kûtê daxwaz ji hikumeta veguhêz kir ku li xwe vegereke û mecliseke berfireh a ku hemû Sûriyeyî temsîla xwe tê de bibînin ava bike, ji bo ji nû ve çêkirina destûrê xebatê bide meşandin, li kêlek van gavan divê ji bo rawestandina rêgirtina gotara nefretê ya derheqê gelê Kurd de rol bilîze, bi taybet xitabên ku bi rêya medya dijîtal Kurdan hedef digire û kesên vê yekê dimeşînin ji hêla hikumetê ve kesên navdar in.

Kûtê têkildarî xeteriyên belavbûna gotara nefretê hişyarî da, destnîşan kir ku domandina wê, dê rewşa Sûriyeyê xerab bike û bihêle careke din şerê navxweyî derkeve

‘HIN ALIYÊN KURDÎ JÎ GEFÊ LI PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ DIXWIN’

Kûtê da zanîn ku hinek aliyên kurdî jî gotara nefretê pêk tînin û pê aştiya di nava şêniyan de li herêmê xerab dikin, ev alî dixwazin ku istiqrar li herêmê rû nede û ew li dijî pêvajoya entegrasyonê ne, hinek ji wan jî girêdayî istixbarata dewleta Tirk in.

Yûsif Kûtê bang li hemû aliyan kir ku ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê û rawestîna li hemberî aliyên ku dixwazin herêmê bikşînin şer tevbigerin, rola herî mezin a ku rê li ber gotara nefretê digire dikeve ser milê hikumeta veguhêz.

`GELÊ KURD LI SER XAKA XWE YA DÎROKÎ DIJÎ`

Serokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Yûsif Kûtê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tevî derketina li dijî hebûn, çand û nasnameya kurdî, gelê Kurd bi hezarên salan li ser xaka xwe ya dîrokî maye û got: “Gelê Kurd ew qas slan jiya ew ê li ser xakê jî mezin bibe, em ji pêkhateyêndin dixwazin ku li kêlek gelê Kurd bisekine.”

(sb)

ANHA