'Tirkiye dixwaze terorê li her derî belav bike’

Nûnera Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star Leyla Xalid bang li rêxistinên hiqûqî yên derve kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û dewleta Tirk ji ber binpêkirinên wê yên li Suriyê yên li dijî mafê mirovan û bi taybet jî yên li dijî jinan muhesebe bikin.

'Tirkiye dixwaze terorê li her derî belav bike’
29 mijdar, 2018   07:14

SÎLVA MISTEFA /HELEB

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakurê Sûriyê di nav bêdengiya navdewletî de berdewam in. Dewleta Trik bi rêya wan êrîşan  şêniyên herêmê û bi taybet jin û zarokan hedef digre. Zaroka ku herî dawî di van êrîşan de hate qetilkirin zaroka 6 salî ya bi navê sara bu.

Endama Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star a bajarê Helebê Leyla Xalid li ser mijarê ji ANHA’yê re axifî û got ku, dewleta Tirk a ku li Bakurê Suriyê zarokan di kûje di her warî de jîpiştewaniya komên terorîst dike.

Leyla wiha domand: "Em hemû dizanin ku Tirkiye lî Suriyê piştgiriyeke mezin dide komên terorîst ên li Sûriyê. Ew bavê terorê ye. Binpêkirin û kirinên wê yên li Efrînê ku ji kuştin, talankirin, revandin û wêrankirina milkên welatiyan pêk tê bi serê xwe isbata vê rastiyê ye. Tirkiye û hevalbendên xwe niha jî hewl didin ku şer û terorê bi awayekî berfirehtir li her derê belav bikin."

Di berdewama gotinên xwe de Leyla ev tişt anî ziman: "dewleta tirk bi her şêwazê êrîşan dike. Li ser herêmên Bakurê Suriyê planan li pêş dixe, li dijî gel bi her şêwazê kiryarên qirêj pêk tîne. Mînak li ser jinê kiryarên wek; destavêtin, tundî, kuştinan pêk tîne lê dîsa jî dewletên derve û rêxistinên mirovî yên ku îdia dikin ku ew mafên mirovan diparêzin li hember wê bêdeng in." 

Di dirêjahiya gotinên xwe de Leyla bang li rêxistinên hiqûqî yên derve û rêxistinên mafê jinan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi erkên xwe li hember gelê Bakurê Sûriyê û jina rabin û dewleta Tirk şermezar bikin.

Leyla Xalid gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Jinên Bakurê Sûriyê li ser rêgeza neteweya demokratîk xwe birêxistin kirine û îro em li ser esasê azadiya jinê dijîn. Ji lew re Tirkiye neghişt armancên xwe."

(şx)

ANHA