Xebatên komîteyên lihevanînê yên Reqayê

Komîteyên lihevanînê yên bajarê Reqayê zêdetirî 500 doz di nav 6 mehan de çareser kirine û hewl didin di çareserkirina dozan de rêgeza edaleta civakî pêk bînin.

Xebatên komîteyên lihevanînê yên Reqayê
Xebatên komîteyên lihevanînê yên Reqayê
Xebatên komîteyên lihevanînê yên Reqayê
Xebatên komîteyên lihevanînê yên Reqayê
29 mijdar, 2018   07:03

HEMED EL-MISTEFA/REQA

Têgeha dadgeh û edalet, wateyek cuda li Rojava-Bakurê Sûriyeyê digire. Ji bo bicihanîna edaletê û xurtkirina dada civakî û lihevanîna aşitiyane li şûna qanûn hişk û têgeha cezayê, civak tev li vê xebatê dike.

Li ser vê bingehê komîteyên lihevanînê doz û pirsgirêkên civakî bi rêya lihevanîn û razîbûnê çareser dikin.

Gelek sazî hatin avakirin di nav de meclisên herêmî yên ku jê komîteyên lihevanînê derketine. Erka wan komîteyan çareserkirina doz û giliyên civakî bi razîbûna her du aliyan, dûrî dadgehan e. Meclis ku hatine avakirin ev in: Rimêle, El-Mişleb, El-Intîfada û El-Teyar.

Komîteyan xebatên xwe bi çareserkirina dozên berê û yên nû ji bingeh ve û bi girtina nêrîna her du aliyan dimeşîne. 

Komîteyên lihevanînê yên girêdayî meclisên herêmî li bajarê Reqayê ji 7 endaman xwedî tecrube û exlaq û di nav gel de tên pejirandin pêk tên.

Piraniya dozên ku tên gel komîteyan, nakokiyên zeviyên çandiniyê, avahî û mîrat in. Di nav 6 mehan de komîteyan 500 doz ji bingeha 800 dozan çareser kirine û jib o 300 dozên mayî dixebite.

Têkildarî mijarê serokê Komîteya Lihevanînê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê Mistefa Ismaîl got: "Ji bo misogerkirina mafên her du aliyên dozê em hewl didin dozan bi razîbûna her du aliyan çareser bikin. Her wiha di çareserkirina dozan de urf û adetên civakî di ber çavan re tên derbaskirin. Divê em rola şêx û rûspiyên herêmê di çaraserkirina dozan de ji bîr nekin û bi taybet dozên tolhildanê yên ku ev bûye çend sal û nehatine çareserkirin."

Di berdewam gotinên xwe de Mistefa Ismaîl ev tişt anî ziman: "Di nav 6 mehan de 800 dozên cuda hatin gel komîteyan û ji aliyê xwe ve komîteyan 500 doz ji wan dozan çareser kiriye û ji bo çareserkirina yên mayî dixebite."

Girêdayî dozên ku komîteyan veguhestina Meclisa Dîwana Dada Civakî û aliyên têkildar Mistefa wiha got: "Piraniya dozên ku li gel komîteyan nayin çareser kirin ji dadgehê re tên veguhestin."

(şx)

ANHA