Li Qamişlo hevdîtina rûspiyên êlan dest pê kir

Li bajarê Qamişlo bi sponseriya Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê îro hevdîtina di navbera şêxên êlan û pêkhateyên Qamişlo de tê lidarxistin.

Li Qamişlo hevdîtina rûspiyên êlan dest pê kir
Li Qamişlo hevdîtina rûspiyên êlan dest pê kir
Li Qamişlo hevdîtina rûspiyên êlan dest pê kir
17 mijdar, 2018   11:22

QAMIŞLO

Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser xwesteka rûspiyên êlan û pêkhateyên kantona Qamişlo û gundewaran wê, hevdîtinek bi dirûşmeya "Rûspiyên êlan û pêkhateyên herêmê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û destwerdanên wê ji Sûriyeyê re" li dar dixe.

Hevdîtin li Salona Rewabî ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Rûspiyên êlên Ereb, Kurd, Suryan, cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Hisên Ezam û berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd beşdarî hevdîtinê bûne.

Tê payîn ku di hevdîtinê de nîqaş li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê û çawaniya têkbirina projeyên dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin, werin kirin.

Di hevdîtinê de axaftina bi navê YPJ/YPG û QSD`ê ji aliyê Nûrî Mehmûd ve hate kirin.

(bx)

ANHA