Serokkomarê Lubnanê ji kongreya li Beyrûtê re nameyek şand

Serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewin nameyeke spasiyê ji bo “Kongreya krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn" şand.

Serokkomarê Lubnanê ji kongreya li Beyrûtê re nameyek şand
Serokkomarê Lubnanê ji kongreya li Beyrûtê re nameyek şand
Serokkomarê Lubnanê ji kongreya li Beyrûtê re nameyek şand
17 mijdar, 2018   11:30

BEYRÛT

Piştî axaftina destpêkê ku ji aliyê serokê Partiya Yekitiya Suryan a Cîhanî Îbrahîm Mûrad ve hate kirin, nameya serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewin hate xwendin.

Di nameyê de hate gotin ku serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewin spasiya daweta tevlêbûna kongreyê dike, spasiya kar û xebatên kesên ku kongreyê bi rê ve dibin dike û serkeftinê  di kar û xebatên wan de dixwaze.

Paşê axaftinek ji aliyê endamê komîteya amadekar lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê û mamosteyê dîrok û zimanê tirkî di Zanîngeha Lubnanê de Dr. Mihemed Nûredîn ve hate kirin. Nûredîn di axaftina xwe de got kongre li dergûşa şaristeniya mirovahiyê tê lidarxistin.

Nûredîn di axaftina xwe de diyar kir ku di van rojan de salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn e, bandorên neyînî yên şerê cîhanê heta roja îro li ser gelê herêmê û pêşeroja wan hene, ev yek ne ji xwe ve hatiye, hemû pirsgirêkên ku ji beriya sed salan ve li herêmê hene, heta roja îro dewam dikin. Ji ber wê dewlet û netewe hatin avakirin û ev hemû jî berhemên zîhniyeta desthilatdar in ku di dewletên derve û Ewropayê de hatine avakirin.

Nûredîn diyar kir ku pirsgirêka neteweyan li hember pêşketinê û aştiya di navbera gelên herêmê de dibe asteng û sîstema ku li ser esasê ferq û cudatiya di navbera gelên wê de hatiye avakirin, tu carî dewam nake. Nûredîn destnîşan kir ku pêkanîna wekhevî, azadî û demokrasiyê li herêmê rûyekî din ê bidestxistina îradeyeke serbixwe û neteweyî li dijî hemû êrîşên derve û alavên wê yên herêmî ye.

Mihemed Nûredîn di dawiyê de got girîngiya lidarxistina kongreyê ew e ku dê koka pirsgirêkan nîqaş bike, dê hemû têgînan bi awayekî rast nîqaş bike, ji ber wê bi hêvî ne ku kongre bi ser bikeve.

Kongre bi nîqaşan didome.

(bx)

ANHA