Pêngava komkirina îmzeyan li Kobanê dest pê kir

Di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê de komîteya amadekar a çalakiyan, îro li bajarê Kobanê dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir.

Pêngava komkirina îmzeyan li Kobanê dest pê kir
Pêngava komkirina îmzeyan li Kobanê dest pê kir
Pêngava komkirina îmzeyan li Kobanê dest pê kir
Pêngava komkirina îmzeyan li Kobanê dest pê kir
Pêngava komkirina îmzeyan li Kobanê dest pê kir
17 mijdar, 2018   11:16

KOBANÊ

Kongreya Star bi hevkariya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan û Komeleya Mafên Mirovan 13`ê Mijdarê bi daxuyaniyekê bernameya rêzeçalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan li Kobanê eşkere kir. Yek ji rêzeçalakiyan jî komkirina îmzeyan ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.

Îro komîteya amadekar a çalakiyên pêngava komkirina îmzeyan li bajarê Kobanê da destpêkirin. Ji bo komkirina îmzeyan li Qada Jina Azad a Kobanê konek hate vekirin.

Bi vekirina kon re, bi dehan şêniyên Kobanê berê xwe da cihê çalakiyê û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan îmzeyên xwe dan. Herikîna gel ber bi kon ve dewam dike.

Li gorî komîteya amadekar, kon dê 6 rojan vekirî bimîne.

(hh-hk/kc)

ANHA