Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî didome

Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî ku li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê lidarxistin di roja 4‘emîn de ye.

Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî didome
Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî didome
16 mijdar, 2018   16:27

KOBANÊ

Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî 13‘ê Midarê bi boneya salvegara 58'an a Komkujiya Amûdê dest pê kir. Di komkujiyê de 283 zarok ku li Sînemaya Şehrazad ya li Amûdê bûn, jiyana xwe ji dest da dest pê kir.

Mîhrîcan ji aliyê Komîna Film a Rojava ve tê orgenîze kirin. Mîhrîcanê dê herî kêm 80 film ku ji nava 400 filmên ku ji dewletên cîhanê ji komîteyê re hatine şandin hatine hilbijartin wê werin pêşandan.

Di roja duyemîn û sêyemîn a mîhrîcanê de ku 6 saetan dom kir hejmarek fîlm hatin nîşandan. Her wiha kurtfîlm  ku ne zêdeyî 60 deqeyan e hatin nîşandan, di heman demê de pêşengeheke wêneyan ku wênekêşên ji dewletên Meksîk, Nîbal, Endenosya, Sûriyê û Bakurê Kurdistanê hate vekirin.

Di çalakiyên îro yên mîhrîcanê de, hejmarek kurtefîlm ji wan "Masiyên firok, Bustan û Bazne hatin pêşandan. Her wiha fîlmeke girêdayî serpêhatiyên girtiyên Kurd di girtîngehên dewleta Tirk de ku derhênervanê wî Vesal Altay hate pêşandan.

Tê payîn ku hin kurtefîlmên din werin nîşandan.

fîlm li peyî hev werin pêşandan. Piştre wê  li kampên Eyn Îsayê, Şehba li Bakurê Sûriyê û li kampa Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê werin pêşandan.

ANHA