Li Helebê şevbêrkek hunerî

Bi dirûşmeya "Çand û Huner exlaq û wijdanê civakê ye û nasnameya gelan e"Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê şevbêrkeke hunerî li hola Efrînê li dar xist.

Li Helebê şevbêrkek hunerî
Li Helebê şevbêrkek hunerî
Li Helebê şevbêrkek hunerî
Li Helebê şevbêrkek hunerî
Li Helebê şevbêrkek hunerî
Li Helebê şevbêrkek hunerî
16 mijdar, 2018   15:32

HELEB

Endamên navendê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, şervanên YPG û YPJ‘ê û bi dehan şêniyên taxê beşdarî şevbêrkê bûn.

Rêveberê Navneda Çand û Hunerê ya Ehmed Reşo bi xêrhatina beşdaran kir û rola çand û hunerê  di civakê de destnîşan kir. Reşo got: "Pergalên desthilatdar li hemberî kurdan siyasetên înkarkirinê dimeşîne, şerê ku li dijî me têne kirin şerê qirkirin çand û dîroka Kurdî ye."

Paşê koma Kulîlkên Pêşerojê ya zarokan stranek li ser Efrînê gotin. Her wiha koma "Çiyayê Hawarê", zarokeke keç bi navê Zelûx Hebeş û hejmarek hunermendên Yekitiya Hunermendan  hin stranên filklorî gotin. Koma Şehîd Serhed, Koma Strêkên Efrîn jî dîlanên filklorî pêşkêş kirin.

Di şevbêrkê de helbest hatin xwendin û şano hatin pêşkêşkirin.

ANHA