Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Dêrazorê xebatên lêgerînê didomînin

Tîma Endizyariya Rakirina Mayînan a Girêdayî Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Dêrazorê du mayîn ku li ser rêya gundê Xurafî hatibû bicihkirin bê bandar kirin.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Dêrazorê xebatên lêgerînê didomînin
16 mijdar, 2018   16:42

DÊRAZOR
Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Dêrazorê xebatên xwe yên lêgerînê û peydakirina ewlehiya sivîlan didomînin. Tîma Endizyariya Rakirina Mayînan a Hêzên Ewlekariya Hindirîn li ser agahiyên welatiyan du mayîn ku li ser rêya gundê Xurafî ya 20 km dikeve bakurê rojhhilatê Dêrazorê ji demên berê ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn bicihkirin bê bandor kirin.

Tîma Endizyariya Rakirina Mayînan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hindirîn beriya rojan miqdareke çek û ceblixane ku li dibistana gundê Ebû Hemam hatibû bi cihkirin bê bandor kirin.

ANHA