Li Til Temirê Festîvala Mozaîk hat lidarxistin

Li bajarê Til Temirê Festîvala Mozaîk a Çandî bi beşdariya komên hunerî û folklorî yên ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hat lidarxistin.

25 cotmeh, 2026   17:35
HESEKÊ

Rêxistina Selam Lilemel (Aştî ji bo Hêviyê) bi hevkariya Rêxistina Actedê Festîvala Mozaîka Çandî li Til Temirê li dar xist. Di festîvalê de komên stranan û govendên folklorîk ên asûrî, ermenî, suryanî, erebî û kurdî pirrengiya çandî ya pêkhateyên herêmê nîşan da. Festîval bi amadebûna xelkê bajêr li hola dêra bajêr hat organîzekirin. 

Berpirsa Rêxistina Selam Lilemel Cîhan Ehmed bixêrhatina amadebûyan kir û behsa pirrengiya çandî û zimanî ya li Til Temirê kir ku pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermenî lê dijîn. Cîhan destnîşan kir ku pirrengiya çandî û civakî vî bajarî cuda dike.

Piştre Koma Atra ya Asurî ya Govenda Folklorîk, koma Sayat Nofa, Koma Atsax a Ermenî, Koma Komeleya Rojava, Koma Şehîd Hogir a Navenda Xabûr a Hesekê, Koma Komeleya Çandî ya Suryanî, Koma Mala Çandî ya Erebî, Koma Şoreş a Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de hejmarek saziyên civaka sivîl ên Til Temirê ji ber rola wan a xurtkirina nirxên jiyana hevbeş di nava pêkhateyên herêmê de hatin xelatkirin.

(f)