Mîhrîcana Fîlman di roja 4‘emîn de dewam dike

Di roja 4‘emîn a Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî atolye û panel li ser mijarên çêkirina fîlman hatin lidarxistin û fîlm hatin pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman di roja 4‘emîn de dewam dike
Mîhrîcana Fîlman di roja 4‘emîn de dewam dike
Mîhrîcana Fîlman di roja 4‘emîn de dewam dike
Mîhrîcana Fîlman di roja 4‘emîn de dewam dike
Mîhrîcana Fîlman di roja 4‘emîn de dewam dike
Mîhrîcana Fîlman di roja 4‘emîn de dewam dike
Mîhrîcana Fîlman di roja 4‘emîn de dewam dike
16 mijdar, 2026   17:42
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn ku ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava pêk tê, di roja 4‘emîn de didome. Mîhrîcan bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” li Hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê pêk tê.

Îro jî rûniştina duyemîn a semînera ku duh ji aliyê belgeselçêker Guevara Namer li ser pêvajoya çêkirina belgeselê û ezmûnên xebatê yên di qada navneteweyî de hatibû destpêkirin, li navenda Sîne Jinê berdewam kir.

Li navenda Mihemed Şêxo jî di saet nêzî 11.00‘an de belgefîlmê "To Fetch a Pail of Water" û  di saet 15.00‘an fîlmê «Under the Flags the Sun" hatin pêşandan.

Piştî pêşndana fîlman, panelek li ser ezmûnên çêkirina fîlman ên Komîna Fîlman a Rojava ku ji 2015‘an didomîne, hat lidarxistin. Panelek ji aliyê Mîrzan Bekir ve panelek hat birêvebirin. Damezrînerên komînê Diyar Hiso û Şêro Hindê, endazyarê dengî  Johnny Dokolomanski ê ku li ser fîlmên "Kobanê" û "Berbû " xebitîn, amade bûn.

(bb)