Ji malbata şehîd Fedekar re sersaxî hate xwestin

Bi sedan kesî ji bo şervanê YPG‘ê Fedekar Heleb sersaxî xwestin.

Ji malbata şehîd Fedekar re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Fedekar re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Fedekar re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Fedekar re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Fedekar re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Fedekar re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Fedekar re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Fedekar re sersaxî hate xwestin
16 mijdar, 2018   15:06

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şervanê YPG‘ê  Mihemed El-Xetîb (Fedekar Heleb) konê sersaxiyê li pêşiya mala wî ya li taxa Şêxmeqsûd vegirt.

Bi sedan şêniyên taxê, di nav de nûnerên partiyên siyasî, şervanên YPG, YPJ, Hêzên Asayîşê, nûnerên saziyên sivîl ji saetên serê sibeha ve berê xwe dane konê û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de deqeyek rêz hate girtin. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Îlham Hesûn, bi navê PYD‘ê Elî Mustefa, bi navê TEV-DEM‘ê Ehmed Xelîl, bi navê Kongreya Star Ehmel Horo û bi navê Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Bera Mehmûd axivîn.

 Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd Fedekar Heleb re xwestin û destnîşan kirin ku serkeftinên li Bakurê Sûriyê hatin bidestxistin berhemên xwîna şehîdan e.

Her wiha hate gotin ku yekitiya pêkhateyên Sûriyê hemû pilanên dijberî gelê Sûriyê têk bibirin û hêzên faşîzm xistin tev li hev kirin.

Bi navê malbata Şehîd Fedekar apê wî Mehmûd El-Xetîb jî axivî û got ku ew bi şehadeta biraziyê xwe serbilind e ji ber ku rêya azadiyê pejirand û wiha anî ziman: "Yekitiya pêkhateyên di cemberê parastinê de erka her welatparêzekî ye, fedekarî mîraseya herî girîng e ku her mayînde dimîne."

Sersaxî ji dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Nasnemeya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Mihemed El-Xetîb

Nasnav: Fedekar Heleb

Navê Bav: Ebdulhemîd

Navê Dayikê: Eyşê

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Heleb / 1994

Cih û Dîroka Şehadetê: Helebê 14‘ê Mijdara 2018

ANHA