Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan hat lidarxistin

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê li Hesekê şevbuhêrkek helbestan li dar xist.

Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan hat lidarxistin
Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan hat lidarxistin
Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan hat lidarxistin
Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan hat lidarxistin
Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan hat lidarxistin
Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan hat lidarxistin
Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan hat lidarxistin
Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan hat lidarxistin
6 îlon, 2026   21:39
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê îro li Parka Xwendinê ya Hesekê bi amadebûna hejmarek rewşenbîr, wêjevan û eleqedarên wêjeyê şevbuhêrkek helbestan li dar xist.

Şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre hevserokê Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê Mihemed Beşîr bixêrhatina amadebûyan kir û amaje bi rola helbestê di nêzîkbûna navbera zimanan, xitaba nirxên mirovî û yekkirina hestan de kir.

Di şevbuhêrkê de helbestvan Mihemed Rojîn, Feyrûz Reşik, Henaa Dawûd, Xelef El Selame, Cindiyê Metînî û Bawer Can helbestên xwe xwendin. Mijarên helbestan evînî, şer, aştî, êş, girêdana bi welat, jin, hêvî û koçberî hebûn.

Şevbuhêrk piştî xwendina helbestan bi dawî bû.

(f)

ANHA