Jiyan li Sûka Înê vedigere

Sûka Înê ya bajarê Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi hinceta ku 'ew nahêle misilman nimêja înê  bikin', hatibû girtin. Lê piştî rizgarkirinê şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê ji ber peydabûna hemû pêdiviyên jiyanê yên rojane û bi nirxên guncaw berê xwe didin Sûka Înê.

Jiyan li Sûka Înê vedigere
Jiyan li Sûka Înê vedigere
Jiyan li Sûka Înê vedigere
Jiyan li Sûka Înê vedigere
Jiyan li Sûka Înê vedigere
Jiyan li Sûka Înê vedigere
Jiyan li Sûka Înê vedigere
16 mijdar, 2018   08:34

REQA

Sûka gelêrî ya bi navê 'Sûka Înê' roleke girîng di vejandina tevgera kirîn û firotinê de li bajarê Reqayê dilîze. Bi hezaran şêniyên Reqayê ji bo peydakirina pêdiviyên xwe ji cil, alavên malan, madeyên xwarinê û hwd berê xwe didin sûkê.

Me jî wek ajans tevgera sûkê şopand û nêrînên şêniyan girtin.

Şêniyê bi navê Mihemed Abdullah El-Abo wiha got: " Roja Înê roja herî girîng li gel şêniyên bajêr e û wek roja kirîn û firotinê tê hesibandin. Hemû cureyên sebze, masî, mast, cilên zivistanê û hwd ji pêdiviyên rojane li sûkê bi nirxên guncaw tên peydakirin."

El-Abo wiha domand: "Piştî rizgarkirina bajêr ji hêla QSD'ê ve em di nav ewlehî û aramiyê de ne. Çeteyan bi hinceta ku sûk nahêle misilman nimêja Înê bikin, vekirina Sûka Înê qedexe kiribûn. Tevî ku mizgeft ji sûkê tenê bi çend metreyan dûr e û her kesek dikare biçe û nimêja xwe biqedîne, dîsa jî çeteyan vekirina wê û hatina jinan qedexe kiribû."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Esad El-Casim jî wiha axivî: "Ez zeytûnên kesk li sûkê difiroşim. Buhayê her kîloyekî 125 lîreyên Sûriyeyê ye. Ev nirx li gorî herêmên din erzan e. Ji ber guncawbûna buhayê madeyan li sûkê, gelek şênî tên sûkê û pêdiviyên xwe dikirin."

Di dawiya gotinên xwe de Esad El-Casim wiha got: "Mil bi mil em ê bajarê xwe geş bikin. Em ê wê ji berê baştir bikin."

(şx)

ANHA