2’yemîn konferansa Meclisa Edaleta Jinê dest pê kir

2’yemîn konferansa Meclisa Edaleta Jinê bi dirûşmeya “Jin afirînera edaletê ye, bilindkirin û mîsogerkirina wê erka jinan e” bi beşdarbûna 350 delegeyan ji hemû herêmên Cizîrê dest pê kir. 

2’yemîn konferansa Meclisa Edaleta Jinê dest pê kir
2’yemîn konferansa Meclisa Edaleta Jinê dest pê kir
2’yemîn konferansa Meclisa Edaleta Jinê dest pê kir
16 mijdar, 2018   09:02

QAMIŞLO

Di çarçoveya amadekirina konferansê û piştî lidarxistina gelek civînan ji aliyê Komîteya Lihevanînê ya Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinan û Meclisa Edaleta Jinan li Cizîrê ji jinên herêmê re, da ku nêrînên xwe der barê çarçoveya edaleta civakê û parastian mafên jinan de parve bikin, îro 2’yemîn konferansa Meclisa Edaleta Jinê ya Herêma Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan dest pê kir.

Jinên ku di sazî û rêxistinên civaka sivîl de kar dikin, şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk, nûnerên saziyên civaka sivîl û jinan ên Bakurê Sûriyeyê û Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed tev li konferansê bûn.

Endama Meclisa Edaleta Jinê Aynûr Başa der barê rola jinan di pêkanîna edaletê de axivî û diyar kir ku jinan xwe îspat kir ku afirînera edaletê ne û ew ê li gorî rêgez û nirxên civakê tev bigerin da ku edaleta civakê pêk bînin û îradeya jinan di hemû saziyan de biparêzin.

Konferans bi axaftina Îlham Ehmed dewam dike.

Tê payîn axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star ve werin kirin. Her wiha dê doza edalet û jinê were nîqaşkirin. Konferans wê bi daxuyaniyekê encamnameya xwe eşkere bike.

(kc)

ANHA