Rola Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê

Tîma Destwerdana Destpêkê komeke ku xebatên xizmetî dike û di rewşên xeternak û neasayî de parastina jiyana şêniyan dike û alîkariyê ji civakê re pêşkêş dike.

Rola Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê
Rola Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê
Rola Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê
Rola Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê
Rola Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê
Rola Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê
Rola Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê
Rola Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê
16 mijdar, 2018   08:18

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Dîroka Parastina Sivîlan vedigere 1949’an û girêdayî Hevpeymana Cinêvê ya navdewletî ye. Li gorî qanûnên hevpeymanê, divê di şer û nakokiyan de sivîl bên parastin.

Di vî warî de endamên pispor û perwerdekirî dixebitin. Endamên Parastina Sivîlan di her cihekî de û di her demekê de piştî pêkhatina bûyeran di demeke kin de belav dibin û baş tên perwerdekirin.

Tîma Destwerdana Destpêkê ya bajarê Reqayê yek ji saziyên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ya herî girîng e. Tîm Çileya 2018'an hate avakirin.

Dîroka avakirina Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê

Tîm îsal hate avakirin. Di qonaxa destpêkê de hejmara endamên wê di navbera 35-40 endaman de bû. Lê piştî zêdebûna kar û xebat li bajêr, hejmara endaman zêde bû û gihaşt 108 endaman.

Tîm dabeşî 4 beşan dibe, tîma agirkuj, tîma destwerdana lezgîn, tîma noqvaniyê û tîma rakirina cenazeyan.

Tîm ji bo bersivdayîna daxwazan û pêşkêşkirina xebatên xizmetguzarî yên girêdayî vî warî 24 saetan bê navber dixebite. Her wiha ji bo hêsankirina têgihîştina şêniyan bi tîmê re hejmarek telefonê ya Whatsappê hate diyarkirin.

Tîma Destwerdana Destpêkê du ambulans ji Koalîsyona Navdewletî wergirtine. Her du ambulans bi hemû pêdiviyên tenduristiyê hatine amadekirin.

Rêveberê Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê Yasir El-Xemîs têkildarî xebatên tîmê ji destpêka avakirinê ve û heta roja me ya îro axivî û wiha got: "Di çarçoveya xebatên me de, 9 gorên komî li bajêr hatin vedîtin. Jê yek li Parka Ajalan û h-Hola El-Tac. Xebat ji bo 6 goran hate meşandin. Niha jî xebat li gora El-Panorama ye. Ev gor; gora komî ya herî mezin tê hesibandin. Di gorê de hezar û 500 cenaze girêdayî sivîl an jî çeteyan hene.”

El-Xemîs wiha domand: "Ji destpêka avakirina tîmê ji hêla Meclisa Sivîl a Reqayê ve, 2 hezar û 871 cenaze hatine dîtin, jê 540 cenaze yekser radestî malbatên wan hatin kirin, 31 cenaze li gorên komî hatin veşartin, 2 hezar û 300 cenaze ne diyar in, 610 cenaze girêdayî leşker û şervan in û bi rêya cilên li ser wan hatin naskirin, Hezar û 160 cenaze yên mêran in û yên din nehatin zanîn."

Di warê destwerdana lezgîn de û xilaskirina jiyana sivîlan de, endamê tîmê 247 rewşên destwerdana lezgîn di nav bajêr de meşandine. Her wiha Tîma Agirkuj 173 rewşên şewatê di nav de şewatên mezin ku di encama teqandina mayinan de pêk hatine, mudexele kirine û vemirandine.

Ji aliyekî din ve Tîma Noqvaniyê cenazeyên 32 kesên di ava çemê Firatê û hindek kenalên avdanê yên mezin de fetisîne, xelas kirine.

(şx)

ANHA