Çavkaniyan Yemenê: Koalîsyonê fermana rawestandina hemleya leşkerî da

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku Koalîsyona Erebî ku Erebistanê Siûdî li dijî Hûsiyan serkêşiya wê dike, ferman daye ku hemleya leşkerî li bajarê El-Hudeyda yê Yemenê bisekine.

Çavkaniyan Yemenê: Koalîsyonê fermana rawestandina hemleya leşkerî da
15 mijdar, 2018   09:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Pêncşemê çavkaniyên herêmî ji Ruetersê re ragihand ku Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ferman daye ku hemleya leşkerî li bajarê El-Hudeyda yê Yemenê raweste.

Çavkaniyeke leşkerî ku alîgiriya koalîsyonê dike, got koalîsyonê perspektîf dane hêzên xwe ku şerê di El-Hudeydayê de bisekînin.

Ev biryar ji ber bangên hevalbendên rojavayî yên agirbestê pêk bînin, hat.  

Ji 2014`an ve li Yemenê di navbera hêzên Hûsî ku dixwazin bajêr kontrol bikin û hikumeta serokê Yemenê Ebdilrebehû Mensûr Hadî de şer rû dide. Koalîsyona Erebî ji destpêka 2015`an ve piştgiriya hikumeta Hadî dike û ev yek jî dibe sedema şerê li herêmê ku tê de bi deh hezaran kes hatin kuştin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.

(jo)