Gerestêrkeke nû ku jiyan tê de pêkan e, hate vedîtin

Zanyaran gerestêrkeke cemidî ku bi qasî 6 salên ronahiyê ji Cîhanê dûr e, vedît. Zanyar guman dikin ku dibe ku mirov karibin tê de bijîn, ji ber ku li hin deverên wê ava heliyayî heye.

Gerestêrkeke nû ku jiyan tê de pêkan e, hate vedîtin
15 mijdar, 2018   09:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Zanyaran gerestêrkeke cemidî ku navê "Barnard B" lê hatiye kirin û bi qasî 6 salên ronahiyê ji gerestêrka me Cîhanê dûr e, vedît. Ev gerestêrka kevirî sê caran ji Cîhanê mezintir e û li derdora stêrkeke li nêzî Rojê digere.

Zanyar guman dikin ku ava heliyayî tê de heye û ji ber enerjiya germahiyê ya hundirîn pêk hatiye, dibe ku di bin qeşayê de av hebe.

Endama tîma navneteweyî Karol Haswel ku vedîtina gerestêrkê ragihandiye, diyar kir ku Barnard B dibe ku mirov karibin li ser wê bijîn, ji ber ku wekî wan gerestêrkan e ku av li ser hatiye vedîtin. Karol Haswel da zanîn ku ev vedîtin naskirina der barê curbecurbûna gerdûnê de zêde dike û di serî de gerestêrkên nêzî Sîstema Rojê.