Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî dê sûcdarên bikaranîna gazê li Sûriyeyê eşkere bike

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ragihand ku dê di meha Sibata bê de sûcdarên êrîşên bi çekên qedexekirî di şerê Sûriyeyê de eşkere bike.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî dê sûcdarên bikaranîna gazê li Sûriyeyê eşkere bike
15 mijdar, 2018   08:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî di meha Sibata bê de dê sûcdarên ku çekên qedexekirî di şerê Sûriyeyê de bi kar anîne, eşkere bike. Rêxistinê bi erêkirina dewletên endam rêbazên nû bi kar tîne, lê Şam û her du hevkarên wê Rûsya û Îran pê razî nebûn.

Piştî ku bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî nemaze di şerê Sûriyeyê de zêde bû, ku hêzên rêjîmê yên komên çete ku xwe wek "opozîsyona çekdar" bi nav dikin bi dehan êrîşên bi gazên sarîn û klor pêk anîn.

Birêveberê nû yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Fernando Ariyas ji rojnamevana re ragihand ku di demeke nêz de tîmekî ku ji 10 pisporan pêk tê, bêne erkdarkirin û dê berpirsyarên êrîşên bi gazên jehrî di Sûriyeyê de diyar bikin.

Rêxistinê karibû serweriyeke nû bi dest xwe ve bîne da ku karibe kesan û saziyên sûcdar diyar bike. Lê ev yek ji aliyê Rûsya, Îran, Sûriye û alîgirên wan ve nehat qebûlkirin. Ariyas wiha got: "Armanc ji vê zêdekirina serweriya rêxistinê ew e ku sûcdar bêne eşkerekirin. Rêxistin ne dadgeh e û ne jî asayîş e û dê dozên xwe radestî rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî bike".

Her wiha da zanîn ku tîma pisporan dê sûcdarên di Sûriyeyê de eşkere bike û dibe ku di demên pêş de serweriya wê were berfirehkirin da ku êrîşên li ser asta cîhanê lêkolîn bike.

Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk di êrîşa xwe ya li dijî herêma Efrînê de gazên jehrî bi kar anîn. Çeteyên DAIŞ'ê jî dema ku êrîşî herêma Şehbayê kir, gazên jehrî bi kar anîn. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk dema ku hin taxên bajarê Heleb dagir kiribûn, di êrîşa xwe ya li dijî taxa Şêxmeqsûd de çekên kîmyewî bi kar anîn û li xwe mikur hatin.