Çeteyan li Efrînê keçeke ciwan revand

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker keçeke ciwan ji bajarê Efrînê revand û 350 hezar lîre jê dizîn.

Çeteyan li Efrînê keçeke ciwan revand
15 mijdar, 2018   08:49

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di revandina sivîlan de berdewam in. Çete sivîlan direvînin û ji bo ku serbest werin berdan, fidyeyê dixwazin.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker keçeke ciwan bi navê Lava Mistefa (17) ji taxa El-Mehmûdiyê li navenda bajarê Efrînê revand.

Çavkaniyan diyar kirin ku bi keça ciwan re zêr bi buhayê 350 hezar lîreyan hebûn û destnîşan kirin ku ji 3`yê Mijdarê ve keçik hatiye revandin. Çavkaniyan diyar kirin ku malbata keça ciwan berê xwe daye hemû navendên komên çete ku çarenûsa wê zanibin, lê tu agahî der barê wê de nehatine zanîn.

Tê diyarkirin ku ji ber dorpêçê û kiryarên neexlaqî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê pêk tînin, zehmet e ku agahî bêne wergirtin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka dagirkeriya xwe li ser Efrînê ve, 145 jin ku çarenûsa wan heta niha nehatiye zanîn, revandine.

(jo)

ANHA