'Ji bo azadiya Ocalan em ê asta têkoşînê bilind bikin'

Jinên navçeya Amûdê destnîşan kir ku sedema hemû pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn derdikevin, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û tecrîd nahêle ev pirsgirêk werin çareserkirin.

'Ji bo azadiya Ocalan em ê asta têkoşînê bilind bikin'
15 mijdar, 2018   08:45

SILAVA EBDULREHMAN / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker ji çend salan ve tecrîdeke giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Her wiha hevdîtinên Ocalan bi malbat û parêzeran re bi gelek hincetan red dike. Bi vê yekê şikandina vîna gelên ku bi Ocalan bawer in, armanc dike. Lê şêniyên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet jin, bi têkoşîna xwe bersiv da komployê. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêberê tekane ye ku azadiya jinan kiriye bingeha têkoşîna xwe.

Têkildarî tecrîda giran ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, jinên Bakurê Sûriyeyê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin. Jinan tekez kir ku ji bo azadiya Ocalan dê tê bikoşin.

Dayîka Selma Mihemed Xalid a ji navçeya Amûdê, tecrîd şermezar kir û wiha got: "Ocalan 20 salan li Sûriyeyê maye û ji bo azadiya gelan tê koşiyaye. Gelek dewletên cîhanê tê gihîştin ku fikrên Ocalan dê desthilatdariya wan a kapîtalîzmê hilweşînin, ji ber wê komployek li dijî wî pêk anîn."

Di gotinên xwe de Selma Xalid diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî hatiye girtin û tecrîdeke giran lê hatiye ferzkirin û wiha domand: "Wê tecrîd negihîje serî. Ji ber ku em bi serokê xwe ve girêdayî ne û em ji doza xwe gav paşde naavêjin, her çi qas berdêl giranbuha be."

Selma Bang li hemû gelên Rojhilata Navîn kir ku ji bo azadiya Ocalan rabin ser pêyan û ev tişt anî ziman: "Azadiya Ocalan tê wateya çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn."

Ji aliyê xwe ve dayika Perwîn Ibrahîm a ji navçeya Amûdê jî wiha got: “Divê dewletên cîhanê bilebitin û binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên hovane bi dawî bikin. Dagirkeriya Tirk siyaseta zordestiyê der heqê gelê Kurd de bi rêya êrîşên hovane û ferzkirina tecrîdeke giran li ser Ocalan dimeşîne."

Perwîn wiha domand: "Ocalan ji destpêka têkoşîna xwe azadiya jinan bingeh girt. Ew rêberê tekane nas kir."

Di dawiyê de Perwîn pêwîstiya bilindkirina têkoşînê destnîşan kir û wiha got: "Ji bo azadiya Ocalan em ê têkoşînê bidomînin û fedakariyan bidin."

(şx)

ANHA