Heyet El-Tensîq: Divê hêzên Bakurê Sûriyeyê beşdarî hûnandina destûrê bibin

Heyet El-Tensîq a Niştimanî destnîşan kir ku divê hêzên Bakurê Sûriyeyê beşdarî xebatên hûnandina destûra Sûriyeyê bibin û tekez kir ku pêwîst e danûstandin di navbera rêjîma Sûriyeyê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de bê domandin, ji ber ku dê bibe bingeha çareseriyeke siyasî û niştimanî ya berfireh.

Heyet El-Tensîq: Divê hêzên Bakurê Sûriyeyê beşdarî hûnandina destûrê bibin
23 cotmeh, 2018   10:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Siyasî ya Desteya Hevkariya Niştimanî-Tevgera Guhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) beriya çend rojan li Şamê civînek lidar xist û gelek mijarên Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Buroyê di encamnameya civîna xwe de bal kişand ser gelek mijarên girîng.

Buroyê di benda yekemîn a encamnameyê de behsa çalakiya siyasî ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê kir û wiha hate gotin: "Civaka navneteweyî vê çalakiya siyasî cidî nabîne. Ji dema Konferansa Soçiyê ve û heta niha nikaribûn komîteyekê ava bikin da ku destûra Sûriyeyê amade bike û diyar dibe ku dem ji bo wan ne girîng e. Eger em bixwazin avakirina vê komîteyê di demeke lezgîn de pêk bînin divê hemû aliyên Sûriyeyê beşdarî vê komîteyê bibin."

Buroyê di encamnameya xwe de diyar kir ku rêbaza herî guncaw a çareseriya siyasî lidarxistina konferanseke niştimanî li Şamê di bin sponseriya Neteweyên Yekbûyî de ye û tê de hemû nûnerên pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bibin û di encamê de belgenameyekê derxin û rêgezên jordestûrî yên dewleta Sûriyeyeke demokratîk, laîk û nenavendî pêk bînin.

Buroya siyasî çareseriya siyasî pêwîst dibîne û divê çarçoveyê de wiha got: "Em bang li rêjîma Sûriyeyê û MSD'ê dikin ku danûstandinên xwe berdewam bikin û çareseriyeke siyasî peyda bikin da ku yekitiya Sûriyeyê were parastin û dibe ku ji bo çareseriya siyasî ya niştîmanî ya berfireh re bibe bingeh".

Girêdayî rewşa Idlibê Buroya Siyasî diyar kir ku piştî hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya avakirina devereke bêçek, her çi qas ev hevpeyman erênî be jî, lê di encamê de divê hemû komên terorîst ji Sûriyeyê bêne qewitandin û divê hewldanên Tirkiyeyê ya bikaranîna van terorîstan li dijî QSD'ê li Minbicê neyê qebûlkirin.

Buroya Siyasî ya Desteya Hevkariya Niştimanî-Tevgera Guhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) hewldanên avakirina bilokeke demokratîk di Sûriyeyê de gotûbêj kir û pesna avakirina komîteya danûstandinê ya Sûrî-Sûrî li bajarê Eyn Îsa da û got ku ev çarçove herî baş ji bo avakirina biloka demokratîk di Sûriyeyê de ye.

ANHA