Guvaşgehên Tebqayê dest bi kar kir

Cotkarên herêma Tebqayê di destpêka meha Cotemê de û bi barîna barana destpêkê re dest bi guvaştina zeytûnan kir.

Guvaşgehên Tebqayê dest bi kar kir
Guvaşgehên Tebqayê dest bi kar kir
Guvaşgehên Tebqayê dest bi kar kir
Guvaşgehên Tebqayê dest bi kar kir
23 cotmeh, 2018   11:04

ABDULREZAQ ZEKERIYE / TEBQA

Zeyta zeytûnan li gel gelê Tebqayê sereke ye. Şêniyên bajêr zeytê ji darên gundên nêzî bajar wekî Ayid, El-Sifsaf, Hinîde û Caber an jî yên dûrî bajêr wekî gundên bakurê bajarokê El-Cerniye, digirin.

Li herêma Tebqayê nêzî 5 guvaşgeh hene. Rojane berhemên wan ji zeyta zeytûnan nêzî 220 lître ye.

Guvaşgeh rojane nêzî 30 ton ji zeytûnan digirin. Paşê zeytûn li ser amûrekê têne danîn û wan ji pel û şaxên zêde paqij dike.

Di pêngava duyemîn de zeytûn bi rêya amûreke taybet ku wan diperçiqîne, zeyt jê tê derxisitn.

Her tenekeyek ji zeyta zeytûnan bi 15 – 18 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Sala derbasûyî her tenekeyek ji zeyta zeytûnan bi 30 hezar lîreyên Sûriyeyê dihat fiortin. Ev yek jî ji ber buhabûna madeyên sotemiyê bû.

Tê payîn ku nêzî 40 hezar ton berhemên herêmê ji zeyta zeytûnan be.

Tê diyarkirin ku mewsimê zeytûnan ê îsal baş e, ji ber rewşa aramî û aboriya herêmê piştî ku di 10`ê Gulana 2017`an de herêm ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

Gerînendetiya Çandiniyê diyar kir ku nêzî milyonek darên zeytûnan li herêmê hene.

(bx)

ANHA