Kongreya sêyemîn a kombûna Êzidiyên Sûriyeyê hate lidarxistin

Kombûna Êzidiyên Sûriyeyê di kongreya xwe ya 3`mîn de biryar da ku sîwanekê ji bo komkirina hemû Êzidiyên Sûriyeyê ava bikin û ji bo vegera welat biryar dan. Her wiha kombûnê diyar kir rizgarkirina Efrînê armanca wan a sereke ye.  

Kongreya sêyemîn a kombûna Êzidiyên Sûriyeyê hate lidarxistin
23 cotmeh, 2018   10:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Êzidiyên Sûriyeyê di dawiya kongreya xwe yê 3`mîn de daxuyaniyek da ku kongreyê wan serkeftî bi dawî bû û gelek biryarên girîng tê de dan.

Kombûna Êzidiyên Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kongreya wan di 21`ê Cotmehê de li bajarê Cologn ê Almaniyayê bi dirûşma "Ji rizgarkirina Efrînê ber bi Sûriyeyeke demokrat û ne merkezî ve" hate lidarxistin. Nûnerên partiyên kurdistanî yên Sûriyeyê, nûnerên partî û komleyên esûrî, elewî, KNK`ê, nûnerên Rêveberiya Xweser li Almanyayê, komele û kesayetên payebilind, endam û kesên destekê didin Kombûna Êzidiyên Sûriyeyê beşdarî kongreyê bûn. 

Ji bo hemû hêzên siyasî, civakî, çandî yên Êzidî sîwanek tê avakirin

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin Sûriye di rewşên pir hesas û zehmet re derbas dibe. Ji ber wê bandor li civaka Êzidî bû û neçarî penaberiyê bûn. Piraniya wan koçberî welatên din bûne. Heger tu tedbîr neyên girtin hebûna wan a dîrokî ber bi qirkirinê ve dê biçe. Bi rihê berpirsyariyê Kombûna Êzidiyên Sûriyê kongreya xwe ya 3`yemîn li dar xist da ku plansazyeke hevgirtî ku di demên pêş de pêwîstiyên wan pêk bîne, li dar bixin. Her wiha hate destnîşankirin ku bi saya baweriya ku dane wan dikarin encamên mezin bi dest xistin. Pêwîstiyên ji bo pêvajoya li pêş deynin û di serî de Kombûna Êzidiyên Sûriyeyê biryar da ku sîwanekê ji bo kombûna hemû hêzên siyasî, civakî û çanda Êzidî li Sûriyeyê were avakirin da ku bi awayekî hevbeş û bibandor kar bikin û navenda wê ya sereke li axa welat be ji ber ku hebûn û nasnameya wan e.

Li gorî daxuyaniyê gelek biryar di kongreyê de hatin dayîn, ji wan dest bi avakirina şax û komîteyên wê li gelek herêmên ku Êzidî lê dijîn, were kirin.

Armanca wan rizgarkirina Efrînê ye

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca wan a sereke rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye. Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wan bi kongreya xwe bi dirûşma "Ji rizgarkirina Efrînê ber Sûriyeyeke demokratîk û ne merkezî ve" li dar xistiye. Kombûnê dagirkirina Efrînê û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê şermezar kir û ji raya giştî xwest ku kesên ku destê wan di dagirkirina Efrînê de hebe hesab jê were xwestin.

Vegera li welat

Kombûna Êzidiyên Sûriyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de teqez kir ku pêwîst e hemû Êzidî di zûtirîn demê de li warê bav û kalan vegerin. Her wiha diyar kir ku desteya endamên Kombûna Êzidiyên Sûriyeyê û kesên destekê didin wan bi armanca vegera welat hate avakirin.

(bx)