Projeya bajarê pîşeyî dê piştî 18 mehan bi dawî bibe

Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê bi rêjeya ji sedî 15 projeya avakirina bajarê pîşeyî temam kiriye û heta 18 mehan dike bi dawî bibe.

Projeya bajarê pîşeyî dê piştî 18 mehan bi dawî bibe
Projeya bajarê pîşeyî dê piştî 18 mehan bi dawî bibe
Projeya bajarê pîşeyî dê piştî 18 mehan bi dawî bibe
Projeya bajarê pîşeyî dê piştî 18 mehan bi dawî bibe
Projeya bajarê pîşeyî dê piştî 18 mehan bi dawî bibe
Projeya bajarê pîşeyî dê piştî 18 mehan bi dawî bibe
Projeya bajarê pîşeyî dê piştî 18 mehan bi dawî bibe
23 cotmeh, 2018   09:30

SEYDO ÎBO / QAMIŞLO

Navçeya Girkê Legê ji ber dewlemendiya wê bi zeviyên neftê û cihê wê yê girîng li ser rêya bazirganî ya Qamişlo-Sêmalka, yek ji bajarên  geş ên herêma Cizîrê tê hesibandin. Ji lew re bûye navendeke bazirganî, pîşeyî û jêderek bi kelûpelên cuda zengîn û ji ber wê bûye qubleya hemû çînên civakê.

Bajarê pîşeyî yê Girkê Legê niha di nav avahiyan de li navenda navçeyê ye. Ji ber wê navend gelekî qerebelix bûye, kar û xebatên pîşevanan asteng dike. Şênî jî ji ber vê rewşê gelekî aciz bûne.

Li ser daxwaza şênî û pîşevanan û ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, Şaredariya Gel a Girkê Legê projeya avakirina bajarê pîşeyî dûrî avahiyan da pêşiya xwe.

Şaredariya Gel destpêkê cihek bi rûbera 23 donim li nêzî gundê Girziyartê Cûlî yê ku bi 2,5 km dikeve rojavayê navenda navçeya Girkê Legê diyar kir. Piştre werşeyên kar ên girêdayî şaredariyê dest bi yekemîn gavên projeyê kir.

Berpirsê Buroya Fenî yê Şaredariya Gel a Girkê Legê Şahîn Mihemed ji ajansa Hawarê re diyar kir ku şaredariyê di 15`ê Îlonê de dest bi projeya avakirina bajarê pîşeyî kiriye. Niha jî prosesa lêkirina binesaziya projeyê dide meşandin. Heta niha şaredariyê bi rêjeya ji sedî 15 ji tevahiya projeyên bi cih aniye.

Peydakirina derfetên kar

Ji aliyekî din ve projeya bajarê pîşeyî gelek derfetên kar ji sedan karkeran re ji cuda pîşeyan peyda kiriye. Di van deman de karkerên ji pîşeyên necarî, hesinkarî, karkerên avakirinê û karkerên çêkirina çîmentoyê dixebitin.

Têkildarî mijarê karkerê bi navê Ebid El-Îlah Ebdullah dibêje proje qûta wî ya rojane peyda dike.

Proje mîna kooperetîfan e

Projeya avakirina bajarê pîşeyî dişibe pergala kooperatîfan. Di projeyê de 281 pîşevan şirîk in. Li gorî rêgezên ku şaredariyê di qonaxa yekemîn a projeyê de danîne, mehane pîşevan parê xwe ji projeyê didin.

Têkildarî mijarê berpirsê Buroya Fenî yê  Şaredariya Gel Şahîn Mihemed got projeya bajarê pîşeyî ku şaredariyê dest pê kiriye, ji 281 dikan û werşeyan pêk tê. Penahiya kolanên wê li gorî plansaziya rêxistinî ya bajêr 25 metre ne. Her wiha rûbera her dikanekî 40 metre dam e û bi bilindehiya 4 metreyan e.   

Her wiha di bajarê pîşeyî de dê xwaringeh, park û gelek xebatên xizmetguzariyê werin bicihkirin.

Mihemed destnîşan kir ku eger pêwîstî bi berfirehkirinê çêbû, hêza projeyê heye ku 100 dikanên din lê zêde bike. Li gorî Mihemed tê payîn ku proje piştî 18 mehan bi dawî bibe.

(şx)

ANHA