Li Şêxmeqsûdê dibistaneke seretayî ya zimanê kurdî  hate vekirin

Mamosteya zimanê kurdî ya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê Hêvîn Ebdo diyar kir ku wan deriyê tomarkirina xwendekarên asta seretayî ji bo xwendina bi zimanê kurdî daye destpêkirn.

23 cotmeh, 2018   09:28

MIHEMED EBDO / HELEB

Li ser daxwaza şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo fêrkirina zarokan bi zimanê dayikê li ser bingeha neteweya demokratîk, Komîteya Perwerdeya Civaka Dermokratîk a taxê yekemîn dibistana bi zimanê kurdî ji asta seretayî re bi navê Dibistana Şehîda Qehreman vekir.

Di dibistanê de xwendekarên ji refên ji yekemîn heta şeşemîn li ser materyalên bi zimanê kurdî perwerdeya xwe dibînin. Heta niha 50 xwendekaran navê xwe tomar kiriye.

Li gorî rêveberiya dibistanê, ji bo biserxistina tecrubeyê kadroyek ku ji 14 mamosteyên pispor di babetên bîrkarî, zanyarî, civak û jiyan û bingehên zimanê kurdî hatine amadekirin.

Çavdêr û mamosteya zimanê kurdî Hêvîn Ebdo ji ajansa me re axivî û diyar kir ku şênî berê xwe didin dibistanê û navên zarokan tomar dikin. Her wiha dibistan yekemîn tecrubeya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li Helebê tê hesibandin.

Hêvîn Ebdo wiha domand: "Di astên destpêkê de dê bi zimanê dayikê yanî zimanê kurdî wane werin dayîn û di refên 4,5 û 6’emîn de dê zimanên erebî û îngilîzî wek zimanên şaxî li gel materyalên bi zimanê kurdî werin dayîn.

Di dawiyê de Hêvîn hêviya serkeftinê ji hemû xwendekaran re di sala perwerdeyê ya nû de xwest û pêwîstiya zanakirina şêniyan ji bo şandina zarokan ji dibistanan re û fêrkirina wan heta avakirina civakeke serkeftî destnîşan kir.

Xwendekaran kêfxweşiya xwe ji bo vekirina dibistanê anî ziman û spasiya rêveberiya dibistanê û mamosteyan kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a taxa Şêxmeqsûdê dibistan di 7'ê Cotmehê de bi merasîmekê vekiribû.

(şx)

ANHA